Baroya Rihayê ji bo eşkerekirina gora Seîdê Kurdî serî li DMMê da

Baroya Rihayê ji bo eşkerekirina gora Seîdê Kurdî serî li DMMê da

.

A+A-

Baroya Rihayê ragihand ku wan ji bo doza eşkerekirina gora zana û kesayetê olî yê Bakurê Kurdistanê Seîdê Kurdî serî li Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME) dane. Serokê Baroya Rihayê Welat Îzol derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî û got: “Em bi hêvî ne ku eger belge û zanyariyên derbarê gora Seîdê Kurdî yên di arşîvên Tirkiyê de bên eşkerekirin, gora wî bê dîtin.”

Baroya Parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê doza ku bi armanca dîtin û eşkerekirina gora  zana û kesayetê olî yê Bakurê Kurdistanê Seîdê Kurdî serî li dadgehê dabû û derbarê mijarê de doz tomarkiribû.

Lê baroya navborî îro 3ê Cotemeha 2022ê li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku wan derbarê mijarê de  ti encamek ji dadgehên Tirkiyê bidesnexistine û proseya dozê di ware hiquqî de li Tirkiyê bi dawî bûye û ji ber vê yekê jî wan 26ê Îlona 2022ê derbarê dozê de serî li Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê daye.

Baroya Rihayê di daxuyaniya xwe de dibêje: “Me doza eşkerekirina cihê gora  Seîdê Kurdî (Seîdê Nursî) ku gora wî hatibû perçekirin û cenezayê wî hatibû revandin,  ji ber nemana rêyên hiquqa li navxwe biriye Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê.”

Serokê Baroya Rihayê Welat Îzol derbarê mijarê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Îzol ameje bi wê yekê da ku wan weke baro di sala 2019ê de wate piştî 57 sal ji koça dawî ya Seîdê Kurdî,  ji bo eşkerekirina cihê gora wî gilî tomar kiribûn û daxwaza cezakirina wan kes û berpirsan kiribûn ku cenezayê Seîdê Kurdî ji gora wî derxistibûn.

Welat Îzol diyar kir ku wan destpêkê ji parêzgariyê daxwaza belge û zanyariyên derbarê gora Seîdê Kurdî kirine, lê parêzgariyê ev daxwaza wan red kiriye û got: “Piştre me derbarê parêzgariyê li Dadgeha Îdareyê  gilî tomar kir. Lê doz hat redkirin.  Ji ber ku rêya hiquqî ya derbarê vê dozê de li navxweyê Tirkiyê bi dawî bû û doz ji aliyê dadgehên Tirkiyê ve hate redkirin, me jî serî li Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê da.”

Serokê Baroya Rihayê da zanîn ku di arşîvên dewleta Tirkiyê de zanyarî û belgeyên derbarê gora Seîdê Kurdî de hene, ev arşîv û belgê  jî tenê dikarin bi biryara dadgehê bên bidestxistin û got: “Lê dadgehên Tirkiyê ev daxwaz red kirin. Eger Dadgeha Mafên Ewropayê biryarek erênî derbarê dozê de bide û ew zanyarî û belegeyên di arşîvan de bên derxistin, eger heye ku gora Seîdê Kurdî bê dîtin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de welat Îzol tekez kir ku ew dê bi pêdagirî vê dozê bişopînin û di ware hiquqî de her cor piştevaniyekê bidin daku gora Seîdê Kurdî bê eşkere kirin.

Kesayet û Zanayê Olî yê Kurd Bedîuzzeman Seîdê Kurdî, di sala 1878an de (navbera 5 kanûna paşîn - 12 adar) li parêzgeha  Bedlîsê, navçeya Xîzanê, li gundê Nûrsê ji dayik bûye. Xwendina  xwe ya  destpêkê  û navîn li Bakurê Kurdistanê temam kiriye. Di xortaniya xwe de xebatên welatperweriyê dike. Beşdarî Şerê cîhanî yê yekem dibe. Li Rûsyayê, dû salan dîl dimîne û paşê vedigere welat. Piştî vegerê , dest ji xebatên welatperweriyê berdide  û bi temamî dest bi karûbarên olî dike. Gelek caran tê girtin sirgûn kirin. Seîdê Kurdî di 23ê  Adara  1960ê de koça dawî kir. Di demekê de ku wê demê li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê derbeya leşkerî ya 1960ê çêbibû,  di 12ê Temûza 1960ê de fermandarên leşkerî yên Tirkiyê bi biryarekê cenazeyê Seîdê Kurdî  ji gora wî derxistin û bi balafireke leşkerî  bo cihek nediyar birin ku heta niha jî nayê zanîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin