Baroya Amedê: Polîtîkayên rejîma zordar ên Îranê jinan dikujin

Baroya Amedê: Polîtîkayên rejîma zordar ên Îranê jinan dikujin

.

A+A-

Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê diyar kir ku kuştina keça Kurd Jîna Emînî li Tehranê encama midaxele û tûndûtîjiya dewleta serdest a mêr bo şêwazê jiyana jinan e û ew kesên berpirsyar şermezar dikin.

Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê 16ê Îlona 2022ê li ser hesabê xwe yê Twîtterê derbarê kuştina keça Kurd Jina Emînî de ku li Tehrana paytexta Iranê ji aliyê polîsan ve hatibû desteserkirin û ji ber îşkenceyê canê xwe ji dest dabû daxuyaniyek belav kir.

Baroya Amedê di peyama xwe de dibêje: “Polîtîkayên rejima zordar ên Iranê bi awayekî sîstematîk dijî jinan tawan in  û hem îşkencê û hem jî cûdakariyê li xwe digrin. Jinên li Iranê jî li beramber vê sîstemê têdikoşîn û em piştgiriyê didin vê têkoşîna wan. Bo hemû jinan û xizmên Jîna Emînî (Mahsa Amînî) sersaxiyê dixwazin.”

Jîna Emînî êvara Sêşemê 13ê Îlona 2022an li Metroya Heqanî ya Tehranê bi tohmeta xwenepêçanê hat desteserkirin û pişt re bo navenda polîsan a li Cadeya Wezîran hat veguhestin. Li gor gotinên xizmên wê di dema veguhestinê de îşkence lê hatiye kirin û ji ber vê yekê 3 rojan di nexweşxanê de ma. Jîna an jî Mehsa Emînî piştî nîvroya Înê 16ê Îlona 2022ê li Nexweşxaneya Kesra ya Tehranê canê xwe ji dest da.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin