Baroya Amedê Komîsyona Zimanê Kurdî ragihand

Baroya Amedê Komîsyona Zimanê Kurdî ragihand

Panela Baroya Amedê di ragihandina Komîsyona Zimanê Kurdî de mijarên balkêş ên wekî peymanên dîrokî û mijara nivîskarên kurd ên ku heta Madagaskarê jî belavbûyî nîqaş kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Baroya Amedê, bi munasebata Roja Zimanê Dayikê, li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî panelek li dar xist. Moderatorîya panelê parêzer Şêxo Fîlîk kir û wêjavan Nadîre Guntaş Aldatmaz, nivîskar Selîm Temo û parêzer Mehmet Emîn Aktar jî wekî panelîst tevli panelê bûn. Di panelê de axaftin bi zaravayên kurmancî û kirmanckî hatin kirin. Berî ku panel dest pê bike, baroyê Komîsyona Zimanê Kurdî ragihand.

'Ji bo standardê divê em teng bikin'

Di panelê de destpêkê Selîm Temo axivî. Temo derbarê zimanê kurdî û niviskarên kurd ên ku ji Madagaskarê heta Misirê ji her devera cîhanê jîyane û berhemên bi kurdî li pey xwe hiştine, kir û ev tişt got: “Zimanê kurdî meraqa min e. Ji ku heta ku derê diçe, wê bigihêje ku derê nizanim lê ez meraq dikim. Wekî erdnîgarî deverê ku kurd lê dijîn an jî lê dinivîsîn cîyekî pir fireh e. Hema bêje dîroka kurdan li her deverê cîhanê belav bûye.”

Temo di axaftina xwe de bal kişand ser dewlemendîya zimanê kurdî û wiha got: “Wekî handîkabekî be jî teasûba devokan pir e. Yanê zimanê me zêde fireh e, ji bo bibe yekziman û li her deverî were xeberdan, hewce ye em hinkî teng bikin. Yanê hin peyv hene herî kêm nêzî 20 wateyên wan hene.”

 

‘Astengî em bi xwe ne’

Piştî Temo parêzer Mehmet Emîn Aktar axivî û ev tişt anî ziman: “Astengîya herî mezin em bi xwe ne. Em niha dibînin ku li her devera cîhanê zimanê kurdî nivîs hatine nivisîn. Zimanê kurdî tu carî rast e rast bi nav nehatîye qedexekirin. Heta niha kurdekî serî li dadgehên navnetewî nexistîye. Tenê du malbatên elewî ji bo zarokê wan nekevin dersa olî serî li dadgehê dan. Dadgehê, ji ber ku bawerîyeke din li wan tê ferzkirin zarokan mafdar dît. Ger ku malbatên kurd ji bo zimanê xwe serî li dadgehan bixista wê demê dadgehên Tirkîyeyê nikaribûn ji kurdî re bibêjin zimanekî naye fêmkirin. Kesî ji bo perwerdeya zimanê kurdî heta niha serî li dadgehê neda ye.”

 

‘Kirmancî zimanê kal û pîran e’

Piştî Aktar, wêjevan Nadîre Guntaş Aldatmaz, bi kirmanckî axivî. Aldatmaz anketa ku şîrketa Rawestê parve kiribû bi bîr xist û ev tişt got: “Kesên ku bi tirkî diaxivin giştîyên wan ciwan in. Kirmanckî çi heyf êdî zimanê kalik û pîran e.”

Panel, bi belavkirina sertfikayên parêzerên Komîsyona Zimanê Kurdî û bi dîyarîyên plaketan bi dawî bû. 

Ajansa Mezopotamya

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin