Baroya Amedê: Divê penaber bi statuya parastina navdewletî bên parastin

Baroya Amedê: Divê penaber bi statuya parastina navdewletî bên parastin

.

A+A-

Navenda Mafên Mirov a Baroya Amedê, bal kişand ser mexdûriyeta penaberên Efxan ên li rawestgehê dijîn û xwest penaber di çarçoveya Statuya Parastina Navnetewî de bên destgirtin.

Navenda Mafên Mirov a Baroya Amedê, bi boneya 20ê Hezîranê Roja Penaberên Cîhanê, li pêş avahiya Alîkarî ya Edliyeyê daxuyanî da û rapora xwe ya têkildarî penaberên li rawestgeha Amedê dijîn, ji raya giştî re eşkere kir.

Serokê Baroyê  Nahît Eren û endamên Komîsyona Mafên Penaberan beşdarî daxuyaniyê bûn û raport ji aliyê Serokê Komîsyona Mafên Penaberan Bawer Mizrak ve hate xwendin.

Mizrak, diyar kir ku bi milyonan mirov hene ku ji ber şer û pevçûnan neçar mane dest ji welatên xwe berdin û got “Li gorî amarên sala 2020an ên Komîsertiya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, 82 milyon mirov neçar mane ku cih û warên xwe terk bikin. Yek ji welatên sereke ku mirov neçar dimînin cih û warên xwe terk bikin Tirkiyê ye. Bi taybetî penaberên ji şerê navxweyî yê Sûriyeyê reviyan Tirkiyeyê bi krîzên mirovî re rû bi rû ne. Li gorî amarên Rêveberiya Giştî ya Birêvebirina Penaberan, ji Hezîrana 2021an ve, 3 milyon û 678 hezar û 527 welatiyên Sûriyê xistine statuya parastina demkî. Ligel vê yekê koçberên Efxanî di rêza duyemîn de ne ku herî zêde koçberî Tirkiyeyê dikin.”

Mizrak, tespît û çavdariyên xwe yên derbarê penaberên Efxan ên li rawestgeha Amedê de jî, wiha diyar kir “Penaberên li vir ew koçberin ku ji ber şerê li Efxanistanê reviyane. Ji sala 2017an ve koçberên Efxanî ji koçberên bêserûber zêdetir bûne. Di 2019an de, ev hejmar derketiye 201 hezar û 437an. Ev penaberên Efxanî bi rojan li rawesteha Amedê dimînin. Bi tu awayî pêdiviyên wan ên bingehîn nayin pêşwazî kirin.”

Mizrak, herî dawî xwest penaber di çarçoveya Statuya Parastina Navnetewî de bên girtin û hemû pêdiviyên wan bên pêşwazî kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin