Baroya Amedê: Delîlên kuştina Tahir Elçî hatine reşkirin

Baroya Amedê: Delîlên kuştina Tahir Elçî hatine reşkirin

Li gor îdîayên Baroya Amedê delîlên kuştina Serokê Berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî li ser ‎sîstema elektronîk a UYAPê ya darazê hatine rakirin. Ji ber vê yekê jî dozger û dadger nikarin ‎xwe bigihînin van delîlan.‎

A+A-

Li gor îdîayên Baroya Amedê delîlên kuştina Serokê Berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî li ser sîstema elektronîk a UYAPê ya darazê hatine rakirin. Ji ber vê yekê jî dozger û dadger nikarin xwe bigihînin van delîlan.

Baroya Amedê derbarê dosyeya Tahir Elçî de radigihîne ku delîl û belgeyên kuştina Serokê Berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî li ser sîstema elektronîk a UYAPê ya darazê hatine rakirin. Ji ber wê yekê dozger û dadger nikarin xwe bigihînin van delîlan.

Ligel vê yekê malbat û aktîvîstên mafên mirov tekez dikin ku derbarê kuştina Tahir Elçi de ti lêpirsîneke cidî nehatiye kirin, niha jî delîlên ku dê bûyerê zelal bikin ji holê hatine rakirin, ji ber vê yekê guman zêde dibin û Baroya Amedê jî daxwaza lêkolînên cidî dike.

Hiqûqnas û Parêzer û Serokê Berê yê Baroya Amedê Tahir Elçi, 28ê Mijdara 2015an li ber Minareya Çar Ling a li Sûra Amedê hatibû kuştin. Lê heta niha dosya kuştina Elçî di tariyê de maye û nehatiye zelal kirin.

Hiqûqnas û Parêzer Tahir Elçi, sala 1966ê li Cizîra Şirnexê ji dayîk bûye. Sala 1991ê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcle ya Amedê qedandJi sala 1992ê ve li Amedê dest bi parêzeriyê kir. Di salên 1998-2006 li Baroya Amedê wek berpirs kar kir. ‎2012ê weke serokê Baroya Amedê hat hilbijartin. 2014ê dîsan wek serokê baroyê hat hilbijartin. Di warê mafên mirov û hiqûqê de gelek xelat wergirtine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin