Baroya Amedê 163emîn çalakiya Tahîr Elçiyî pêk anî

Baroya Amedê 163emîn çalakiya Tahîr Elçiyî pêk anî

Baroya Amedê , weke her înê, vê heftiyê jî di 163yemîn heftiya xwe de, Çalakiya Kursiya Mafên Mirovan a Tahîr Elçiyî pêk anî.

A+A-

Baroya Amedê di 163yemîn heftiya qetilkirina Tahîr Elçiyî de, daxuyaniyek da. 

Di daxuyaniya ku ji aliyê Endamê Lijneya Birêvebirinê ya Baroya Amedê Muhlîs Ogurgul ve hat xwendin de hat bibîrxistin ku digel ku 1174 roj bi ser qetilkirina Tahîr Elçiyî re derbas bûye, hê jî kujerê wî nehatiye diyarkirin û digel ku tawanbarên gengaz, ji aliyê Forensic Archtiecture ve hat tespîtkirin û Baroya Amdê jî daxwaz kiriye ku bi ser wan tawanbaran de kiryarî werin sepandin, jî wek tawanbar, îfadeya tu kesî nehat wergirtin. 

Di daxuyaniyê de Parêzer Muhlîs Ogurgul herwiha da zanîn ku van demên dawîn, di derheqê endamên Baroya Amedê de, bîllesebeb lêpirsîn dane destpêkirin û got doh serê sibê dora di demjimêr 06.00an de, polêsan, ji ber parvekirinên medyaya civakî, bi ser mala parêzera Baroya Amedê Gulan Çagın Kalelî de girtine û lêgerîn di mala wê de kirine û herwiha piştî desteserkirinê, bo raporta tenduristiyê ew nebirine nexweşxaneyê, pişkinîna tenduristiyê di nav Gerînendetiya Emniyetê de hatiye kirin ku ev kiryarên han giş, li dijî yasayan e û derveyî hiqûqê ye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, wexta parêzer karê xwe dikin û fikr û ramanên xwe bînin zimên, divê rastî ti zext û fişaran neyên.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin