Banksy wêneyek dîyarî nexweşxaneyê kir

Banksy wêneyek dîyarî nexweşxaneyê kir

Wenêyekî Banksy li Nexweşxaneya Southampton a Îngilistanê derket holê. Wêneyê ku piranîya wî reş û spî ye li beşa lezgîn a nexweşxaneyê hatîye daliqandin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Di wêneyê de zarok ji dêvla ku bi pêlîstokên lehengan ên di di zembîla xwe de bi pêlîstoka hemşîreyê dilîze. Destê hemşîre wekî yê Supermenê ku dema difire hatîye çêkirin û bi vî awayî difire. Hemşîre maske daye ber devê xwe,  bone daye serê xwe û li ber stûka wê jî xaç hene ku di wêneyê de tenê ev parçe rengîn e.

Li gor nûçeya Will Fompertz ê di BBC de Banksy ligel wêne nameyeke ji bo xebatkarên nexweşxaneyê şandîye: "Ji bo tiştên hûn dikin ez sipasîya we dikin. Ligel ku ev wêne reş û sipî ye jî ez hêvî dikim dê rewşê hinek ronî bike."

Nûçe radigihîne ku wêne heta payîzê dê li wir daliqandî be û paşê dê bê firotin, pereyên jê bên jî dê dîyarî Pergala Tenduristî ya Neteweyî bikin.

CEO'ya Pergala Tenduristî yê Neteweyî yê Nexweşxaneya Zanîngeha Southampton Paula Head wisa gotîye: "Li nexweşxaneya me gelek heval û xebatkarên me yên ku me ji wan hez dikir mirin, û ev windayîyên trajîk bandor li me kirin. Bansky bi xebata xwe sipasîya vê xebata awarte kirîye û ji ber ku nexweşxaneya me hilbijartîye jî ji bo me serbilindî ye."

Head dîyar kirîye ku ligel xebatkarên wan ev wêne morale dide nexweşên wan jî.

Dîyarname

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin