Banka Navendî ya Rûsî kirîn û firotina pereyên welatên din heta demekê qedexe kiriye

Banka Navendî ya Rûsî kirîn û firotina pereyên welatên din heta demekê qedexe kiriye

.

A+A-

Nêzîkî 5 hezar sivîl ji Sûmî, bajarê Ûkraynayê derketine. Save the Childrenê aşkere kiriye ku du milyon Ûkraynî ji ber şer reviyane û 800 hezarê wan zarok in.

Di roja 14an a şerî de êrîşên Rûsyayê yên li dijî Ûkraynayê dewam dikin. 

Banka Navendî ya Rûsî biryar daye ku kirîn û firotina pereyên dewletên din di navbera 9ê Adarê û 9ê Îlonê de wê qedexe be. 

Di heman daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku kesên bixwazin dikarin heta 10 hezar dolarê DYAyî ji hesabên xwe bikişînin. Jê berjortir, divê bikin Rûbleya Rûsî û bi wî awayî pereyên xwe bistînin. 

Ûkraynayê daxwaza balafirên cengê ji welatên Rojava kiribû. Ev mijar di navbera Polonya û DYAyê de bûye sedema krîzekê. 

Polonyayê di daxuyaniyekê de diyar kiribû ku ew amada ne balafirên MIG-29 ên rûsî bişînin Ûkraynayê. Li şûna wan jî balafirên DYAyê werin bicihkirin. 

Polonyayê di daxuyaniyê de gotibû ku ew amade ne balafiran radestî baregeha DYAyê ya li Almanyayê bikin. Lê Victoria Nuland, rayedareke payebilind a rêveberiya Bidenî destnîşan kiriye ku Polonya  daxuyanî bêyî ku bi wan bişêwire daye. 

Pentagonê daxuyaniyek daye û gotiye ku pêşniyara Polonyayê "ne bi mentiq e." Berdevk John Kirby-yî di daxuyaniyê de wiha gotiye: “Ger jet ji baregeha DYA-NATOyê ya li Almanyayê ber bi qada asmanî ya Ûkraynayê ve bifire ku li vê qadê têkoşîn bi rûsyayê re tê kirin, ev ê ji bo NATOyê metirsiyên mezin ên ewlehiyê derxe holê." 

Sivîl ji Ûkraynayê koç dikin

Li gorî daxuyaniyan 5 hezar mirov ji Sûmî bajarê Ûkraynayê derketine. 

Save the Children (Zarokan Biparêzin) saziya alîkariyê ya Ingilistanê aşkere kiriye ku heta niha 2 milyon ûkraynî ji ber şer reviyane û 800 hezarên wan zarok in. Saziyê diyar kiriye gelek zarokên ûkraynî yên temenê wan di jêr 18yan re bi tena serê xwe rêwîtiyê dikin. 

Rûs û ûkraynî wê li Antalyayê bicivin

Heta niha ji gotûbêjên di navbera herdu aliyan de ti encam derneketiye. Wezîrên Karûbarên Derve yên Rûsya û Ûkraynayê sibê (11ê Adarê) wê bi beşdariya Mevlût Çavûşoglû, Wezîrê Karûbarên Derve yê Tirkiyeyê, li Antalyayê kom bibin.

Heta niha gelek şîrket û saziyan biryar daye ku karên xwe yên li Rûsyayê bidawî bikin. Herî dawî McDonald's, Coca-Cola û  Starbucksê jî aşkere kirine ku ew ê xebatên xwe yên li Rûsyayê bidin sekinandin. 

DYA û Ingilistanê hinardekirina petrola rûsî dane sekinandin

Duh bi şev Joe Biden, Serokê DYAyê bi daxuyaniyekê aşkere kiriye ku wan kirîna hemû berhemên enerjiyê, petrol û gaza Rûsyayê ya Ûkraynayê dagir kiriye, qedexe kirine. Bidenî li Koşka Spî civîneke çapemeniyê li dar xistiye û diyar kiriye ku wan yek ji xwînberên ekonomiya Rûsyayê kiriye hedef. 

Piştî daxuyaniya Bidenî bi demekê Ingilistanê jî bi heman awayî biryarek aşkere kiriye. 

Wezîrê Stratejiya Endusriyel, Xebat û Enerjiyê yê Ingilîstanê Kwasi Kwartengî di daxuyaniya xwe de gotiye ku "Ingilistan wê heta dawiya sala 2022yê hinardekirina petrol û berhemên petrola rûsî qonax bi qonax kêm bike.

Piştî biryara DYA û Ingilistanê Rûsyayê jî hinardekirina hin berheman ji bo hin welatan qedexe kiriye. 

Li gorî nûçeya ajansa Interfaxê, bi biryarnameya Pûtînî heta 31ê Kanûna Pêşiyê ya 2022yê wê hin tedbîrên taybet ên ekonomîk werin standin. Welatên ku wê hinardekirin ji bo wan were qedexekirin, di nava du rojan de dê were aşkerikirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin