Baniyê 50 malan hilweşiyan

Baniyê 50 malan hilweşiyan

Li Gundê Qizilqa yê Bazîda Agiriyê piştî ba û bahoz rabû baniyê 50 xanî û goman hilweşiya û welatiyên ku xanî û gomên wan zerar dîtine 22 rojin nikarin biçin malên xwe.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li Navçeya Bazîdê ya Agiriyê di 25'ê Gulanê de ba û bahoz rabû. Ji ber hêza ba û bahoza zêde li Gundê Qizilqa yê Bazîdê baniyê 50 xaniyan hilweşiya. Ji ber ku baniyê xaniyan hilweşiya û mal û gomên wan di bin avê de man, welatî 22 rojin nikarin biçin malên xwe. Li vî guhdî her ku zêde baran dibare bi dehan xanî, gom û tenûr di bin avê de dimînin û welatî zerarê dibînin. Vê carê jî dîsa ji ber ba, bahoz û barana zêde xanî xerabûn. Lê tiştek bi welatiyan nehat. Her çend rayedarên Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) çûn li gund lêkolîn kirin jî, heta niha tu alîkarî nedan welatiyan. Welatî Mustafa Tilaver ê baniyê xaniyê wî hilweşiya, anî ziman ku ji ber ba û bahoza zêde baniyê xaniyê wî hilweşiya û wiha got: "Rayedaran hat lêkolîn kirin. Lê heta niha tu alîkarî bi mere nekiriye. Welatî Firaset Tilaver jî anî ziman ku 10 sal berê xaniyê xwe bi 60 hezar tl ava kir û ji ber baranê xaniyê wan zerar dît. 

 

Welatî Şemam Yîgît jî anî ziman ku ji ber ba û bahozê baniyê xaniyê wê hilweşiya û got: "20 rojin em perîşan bûn. Em nikarin biçin malên xwe û li ber deriya dijîn. Me hemû alavê xwe xistiye odeyekê. Hejînê min 7 sal berê pêl mayînê kir. Tu hatina min tune. Karê min tune. Nikarin  dîsa baniyê xaniyê xwe tamîr bikim. Rayedaran hat lêkolîn kirin, lê heta niha tu alîkarî nekirine. 

 

Welatî Guzel Tîlaver jî, anî ziman ku ji ber baniyê xwaniyê wan hilweşiya bi rojan di goman de dijîn û wiha got: "Ji bo ez baniyê xaniyê xwe ava bikim min ji bankayê 5 hezar tl kredê kişand. Min 4 hezar tl jî pere deyn kir. Niha bi giştî 9 hezar tl deynê min heye. Lê ezê çawa vî deynî bidim. Tu hatina min tune ye. 

 

MA

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin