Bangewzî ji bo xwepîşandan

Bangewzî ji bo xwepîşandan

.

A+A-

Alîgêrên azadî û demokrasiyê, Evîndarên azadiya Nîştiman, her weku hûn hemû haydar in, piştî şehîdkirina Jîna Emînî, Li Îranê bi giştî û xasmanî li Kurdistanê  bahoza kîn û nefretê her derê girt û Xelkê bê tu tirsek hatin ser şeqaman û êrîş kirin ser dezgehên tepeserkar yên rejîma îdam û kuştinê.

Xwenîşandanên xelkê  Îranê roj bi roj berfirehtir dibe û hejmara şehîd û birîndaran mixabin roj bi roj jêhel diçe.

Bo piştevanîkirin ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî û xelkê Îranê bi giştî û herwiha bo îdanekirina xwîna bi neheq riştî ya Jîna Emînî, Navenda Hevkariya Partiyên Siyasiyên Kurdistana Iranê û bi pitivaniya Fedrasiyona Komeleyên Kurdî li Danîmar - FKKD, biryar daye meşek nerazîbûnê rêve bibe.

Beşdariya we di vê xwenîşandanê de bilindkirina dengê qareman yên xelkê Rojhilata Kurdistanê û Îranê ye.

Roj: Şemî

Berwar: 24.Sep.2022

Dem: 13:00

Cih: li  ber deriyê hêlaneya sîxoriya Komara Îslamî ya Îranê-Copenhagen

Têdîtin:Biryar e em demjimêr 13 li Svanemøllen Station kom bibin û piştre ber bi hêlaney sîxoriya Komara Îslamî ya Îranê rê bikevin.

Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Iran û bi piştivaniya Fedrasiyona Komeleyên Kurd li Danmark - FKKD

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin