Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Bang û gaziya min ji HAK PAR, PDK-Bakur, PSK û PAKê re!

A+A-

Li gor şert û mercên îro ku êdî her tişt zelal bûye, kî li ku ye, kî li dû berjewendiyên şexsî ne, kî/ê doza Kurdistanê xiste hembêza kemalîstan pir eşkere bû. Li gor vê:

Pêwîst e, li hember wê tifaka Kemalîstan ku çend partiyên qaşo kurdan jî di nav de cih girtine, dibê kurdên din jî hêza xwe, qawetên xwe, hebûnên xwe bikin yek, da ku di hillbijartinên şaredariyan de ya wê di sala 2019an de pêk bê, bikin yek.

Ev yekîtî wê bibe yekitiyeke neteweyî û ev dikare bibe adet ku li gor berjewendiyên neteweyî bibin yek. Heta ev dikare bibe eniya Kurdistanî jî.

Helbet netewebûn ew e ku mirov neteweyî be û wiha bifikire.  Netebûn ew e ku mirov li ser wê xetê li gor berjewendiya gelê we tevbigere.

Niha banga min, gaziya min ji partiyên me yên ku tevlî wê tifaqa kemalîstan nebûne, hêzên xwe bikin yek. Bi hev re û ligel hev tevbigerin da ku hûn bikaribin dersekê bidin kemalîstên kurd û wan partiyên ji bona berjewendiya şexsî doza Kurdistanê firotin e.

Îro ne dema luksê ye, îro ne dema ji hevbelavbûnê ye. Îro ne roja ji hev hesab pirsîne ye. Îro ew roj e ku divê Kurdên ne kamlîst û li ser xeta neteweyî ne, bibin yek.

Partî û rêxistinên me ji ber berjewendiyên xwe yên partî û şexsî heta niha tenha winda kirine. Lewma ez dibêjim; dem hatiye divê partî û rêxistinên me li xwe vegerin, li neteweya xwe vegerin da ku di vê hilbijartinê de nehêlin Kemalîstên Kurdan bi serkevin.

Serketin û windakirin di destê we partiyên ku hûn dibêjin em Kurd û Kurdistanî ne. Hûn ew partiyên dibêjin em neteweyî ne heger bi rastî hûn wiha bin kerem bikin di vê ezmûna li hember we ya hilbijartina şaredariyê de bi ser bikevin.

Ez di vê baweriyê de me hûn dev ji hêrsa xwe ya tenê ez û ezê berdin, hûn bi maqûl û bi biratî werin ba hev li gel hev qise bikin, tu tiştekî ku hûn nikaribin çareser bikin tune ye.

Ji ber vê; Ez gazî HAK-PAR- PDK-BAKUR-PSK û PAKê dikim ku hûn beşdarî nava wê tifaqa kemalîstan nebûne. De kerem bikin vê carê îmtîhaneke baş bidin da ku êdî gelê we, kesên we jî ji we bawer bikin.

Li gor min tu şert û mercên ku hûn nikaribin li gel hev kar bikin tune ye. Heger hûn hêrsa rêxistinê û hêrsa netahamuliya nava xwe rakin, hûn ê bi hevre bi ser bikevin.

Hûn jî, em jî û gel jî dizanin ku bi qaweta xwe hûn ê hemû winda bikin. Lê heger hûn bibin yek û hûn tenê muxtarekî jî derxin ew jî dibe serketin.

De kerem bikin; HAK-PAR, PDK-BAKUR, PSK û PAK vê daxwazê pêk bînin ev daxwaz ya gelê me ye. Gel jî dixwazin êdî guherandinan bibînin. Heger hûn her yek bi serê xwe têkevin vê hilbijartinê wê gel weke hercar vê carê jî dengê xwe bide Kemalîstên Kurdan.

PAK û PSKê gaveke baş avêtine, de kerem bikin hûn jî vê gavê xurt bikin da ku bi helwesteke neteweyî hûn van partiyên me bi ser bikevin.

Serketin ne tenê derxistina şaredariyan e, serketin wê yekîtiya we ya neteweyî be ku ew ê bibe berdewama hêza neteweyî…

Önceki ve Sonraki Yazılar