Balyozê Îranê: Bi derxistina Amerîkiyan a ji Iraqê ve tola Qasim Silêmanî tê standin

Balyozê Îranê: Bi derxistina Amerîkiyan a ji Iraqê ve tola Qasim Silêmanî tê standin

.

A+A-

Balyozê Îranê li Bexda ya paytexta Iraqê ragehand, bi derxistina Amerîkiyan a li Iraqê ve tola fermandarê hêza Qudsê tê standin.

Balyozê Îranê li Bexdayê Îrec Mescîdî di hevpeyvîneke li gel kanaleke Iraqê de ragehand, serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî dostê Îranê yê kevne û peyvendiyên wan li gel baş in.

Îrec Mescîdî got, welatê wan naxwaze destwerdanê li karûbarên navxwe yên Iraqê bike û got: ‘’Me ti demekî siyaseta xwe li ser Iraqê ferz nekiriye.’’

Derbarê peyvendiyên welatê wan li gel wan grubên balyozxaneya Amerîkayê mûşekbaran dikin de jî got: ‘’Em nizanin kî balyozxaneya Amerîkayê bombebaran dike, em bo wî karî piştevaniya ti kesî nakin û em naxwazin Iraqê bikin qada şerê xwe yê li gel Amerîkayê.’’

Mescîdî kuştina Qasim Silêmanî û Ebu Mehdî Muhendîs jî wek tewaneke dîrokî pênase kir û got, ‘’Mafê Îranê yê tolhildanê heye.’’

Herwaha ragehand, tolhildan ne merce ku her bi rêya leşkerî ve be, ‘’Derxistina hêzên Amerîkayê ji Iraqê tolhildana xwîna Silêmanî ye.’’

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin