Balyozê Amerîka yê Bexda bi cih hişt û grûpên çekdar gefê dixwin

Balyozê Amerîka yê Bexda bi cih hişt û grûpên çekdar gefê dixwin

Balyozê Amerîka yê Bexda bi cih hişt û grûpên çekdar gefê dixwin

A+A-

Ji ber berdewamiya êrîşên mûşekî, Balyozê Amerîkayê Bexda bi cih hişt û grûpên çekdar ên Iraqê jî gefê li hêzên Amerîkayê dixwin.

Nûçegihanê Kurdistan24ê ji Bexdayê ragihand; ji ber êrîşên mûşekî yên berdewam ên bi ser Devera Kesk de têne kirin, Balyozê Amerîkayê Matthew Tueller Bexda bi cih hişt û niha li Konsolxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê ye.

Rojnameya Washington Post belav kiriye ku ji ber zêdebûna êrîşên ser hêzên Amerîkayê, vê carê Washington gefa girtina balyozxaneya xwe ya li Bexdayê dixwe û dibe ku dema girtina wê 90 roj bidome.

Herwiha rojanmeya Washington Post ji zarê berpirsekî bilind ê ofîsa Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî eşkere kiriye ku Kazimî bi rêya çend welatên Ewropayê bi lobîkirina wê yekê ve mijûl e ku Amerîka ji vê biryara xwe vegere. Lê tevî vekişîna Amerîkayê, sê welatên Ewropayê soza hiştina nûnerên xwe li Bexdayê dane.

Ev di demekê de ye, çend grûpên çekdar ên li Iraqê, li hêzên Amerîkayê gef dixwin.

Çend roj berê Berpirsê Ewlehiyê yê Ketaîbê Hîzbulllaha Iraqê Ebû Elî Eskerî di bersiva daxuyaniyeke Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo de ragihand: “Em ê pozê serbazên Amerîkayê li axa Iraqê biçeqînin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin