Balyozê Amerîka li Iraqê bi Mîrê Êzidiyan re civiya

Balyozê Amerîka li Iraqê bi Mîrê Êzidiyan re civiya

.

A+A-

Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller û Mîrê Êzidiyan derbarê çend pirsên taybet bi wê pêkhateya olî civiyan û Washingtonê piştevaniya xwe ji bo Êziyan tekez kir.

Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê li hejmara xwe ya tora civakî “Facebook” belav kir, Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller  li gel Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Beg û serkirdeyê ruhî ya Êzidiyan Babe Şêx Elî Ilyas civiya.

Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê diyar kir, Balyozê Amerîka û Mîrê Êzidiyan, derbarê pirsgirêkên ku rûbirûyî civak Êzidiyan li Iraqê dibin guftûgo kirin.

Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê destnîşan kir jî, Amerîka pabend e bi piştevaniya civaka Êzidiyan û pêkhateyên olî û etnîkî yên din li Herêma Kurdistanê û Iraqê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin