Balafirên Tirk Çiyayê Şingalê û Qereçoxê bombebaran kirin!

Balafirên Tirk Çiyayê Şingalê û Qereçoxê bombebaran kirin!

Di bombebaranê de 5 pêşmerge û 3 şervanên YPGê jîyana xwe ji dest dane û 7 pêşmerge jî birîndar bûne.

A+A-

Li gor ragahindina Fermandarîya Tirk, "Di 25ê Nîsana 2017ê saet di 02.00 de operasîyoneke hawayî ku çîyayên Şengalê yên bakurê Iraqê û Çiyayên Qereçox yên Bakurêrojhilatê Sûrîyeyê kirine hedefa xwe, pêkanîne ku li wê faalîyetên rêxistina terorîst û hevkarên wê yên Sûrîyeyê û Iraqê hebûne."

Li gor Çavderîya Mala Sûrêyê ya Mafê Mirovî ku navenda wan li Londonê ye; herî hindik 3 kes mirine.

Li gor rûdawê, Fermandarê Lîwaya Hêzên Pêşmerge li Şingalê Hekar Amêdî ragihandîye, ku gelek çeper û xalên li serê Çiyayê Şingalê hatine bombebarankirin û di encamê de 5 pêşmerge jiyana xwe ji dest dane û 7 pêşmerge jî birîndar bûne.

Fermandariya Giştî ya YPGê li ser mijarê  daxuyanî daye û gotîye; "Di berbanga Sêşema 25'ê Nîsana 2017'an de, saet di 02:00 de balafirên şer ê Tirkiyeyê êrîşên berfireh li dijî navenda fermandarîya wan a li çiyayê Qereçox li nêzî bajarê Dêrikê pêk anîne. Li Qereçox navenda ragihandinê, radyo, navenda têkiliyan û hin saziyên leşkerî hebûne. Di encama vê êrîşa xedar de hin şervanên wan jiyana xwe ji dest dane û hin jî birîndar bûne.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin