Balafirên şer ên Tirkiyê Kobanî bombebaran kirin

Balafirên şer ên Tirkiyê Kobanî bombebaran kirin

.

A+A-

Balafirên şer ên Tirkiyê çend deverên bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin.

Çavkaniyên xwecihê ragihandin ku balafirên şer ên Tirkiyê taxa Kaniya Kurdan, Daristana Kobanî, rêya Cerablusê, gundê Hilincê, gundê Bêlûniyê yê Şehbayê û derdora Eyn Îsayê bombebaran kirin.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî jî li ser hesabê xwe yê twitterê piştras kir ku balafirên Tirkiyê bajarê Kobanî bombebaran dikin.

Ferhad Şamî dibêje: “Bajarê ku DAIŞ têk bir, ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve tê bombebarankirin.”

Di twitteke din de jî Şamî nivîsandiye: “Balafirên dewleta Tirk a dagirker gundê Bêlûniyê bi dijwarî topbaran dike ku  koçberên Efrînê yên di sala 2018an de bicih bûne.”

Şamî da zanîn ku ji bilî gundê Dehir Ereb a dikeve bakurê rojhilatê navçeya Zirganê li Hesekê jî bombebarankirin.

Herwiha li gor medyaya Rêveberiya Xweser piştî çend xulekan ji bombebarana li ser  bajarê Kobanî, balafirên şer ên Tirkiyê gundê Bêlûniyê yê Şehbayê û depoya genim a Dehir Ereb a dikeve bakurê rojhilatê navçeya Zirganê bombebaran kirin.

Çavkanî didin zanîn ku balafirên Tirkiyê Daristana Kobanî û rêya Cerablus ên dikevin rojavayê bajarê û Girê Meştenûr ê dikeve başûrê bajarê wî bajarî bombebaran kirin. Balafian di heman demê de li taxa Kaniya Kurdan û gundê Helincê yê rojhilatê bajarê jî dan.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ku baregeha wê li Londonê ye û rewşa Sûriyê dişopîne di daxuyaniyekê de ragihand ku sengerên li derveyê Kobanî ji aliyên balafirên Tirkiyê ve hatin bombebarankirin.

Lê heta niha nayê zanîn ji ber êrişên Tirkiyê kuştî û birîndar hene yan na.

Ji Wezareta Berevaniya Tirkiyê peyam

Ji aliyê din ve Wezareta Berevaniya Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ligel wêneyeke balafireke şer peyama  "Dema hesabdayînê ye! Hesab ji bo êrîşên xayîn tê xwestin!" hatiye parvekirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin