Balafirên şer ên tirk sînorê Efrînê bombebaran dikin

Balafirên şer ên tirk sînorê Efrînê bombebaran dikin

Artêşa Tirkiyeyê di saetên êvarê de navçeya Raco û Şêrawa, Çiyayê Lêlûnê, Çiyayê Bîlal, gundê Eyn Deqnê yê navçeya Şera û gundê Mamûla Hecîka yên Efrînê êrîşên hewayî pêk anîn. Herwiha tevgerderiya balafirên şer ên tirk li herêmê dewam dike.

A+A-

19:56 Bijîşkên Nexweşxaneya Efrînê ragihandin ku heta niha jin û zarok jî tê de 30 sivîl birîndar bûne û wan rakirine nexweşxaneyê

Çavkaniyekî herêmî yê ji Efrînê jî ji bo Sputnik Kudistanê ragihand ku artêşa Tirk bi bombebaranê li nav bajêr û gundên derdora bajêr xistine. Wî çavkanî diyar kir ku herî kêm 4 cih bûne hedefên bombebarana artêşa Tirk.

YPG: BOMBEBARANA ARTÊŞA TIRK BERDEWAM DIKE

Berdevkê YPGê Rojhat Roj li ser bombebarana artêşa Tirk a li dijî Efrînê ji bo Sputnikê ragihand ku bombebarana artêşa tirk berdewam dike.

HSD: ARTÊŞA TIRK PÊŞDE NEÇÛYE

Di derbarê operasyonê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku hêzên artêşa Tirk û komên dijber ên bi piştiriya Tirkiyeyê li Efrînê pêşde neçûye.

Herwisa peyamnêrê Sputnikê ragihand ku artêşa Tirk û hêzên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) hêj neketine Efrînê û got, niha tenê ji aliyê sînorê Kilisê ve bombebaran tên kirin.

 

WEZÎRÊ TIRK ÇAVUŞOGLU: EM REJÎMA SÛRIYEYÊ AGAHDAR DIKIN

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Çavuşoglu daxuyanî da û got, "Em rejîma Sûriyeyê ji operasyonê haydar dikin. Neteweyên Yekbûyî jî di nav de, hemû alî hatine agahdarkirin. Me ji Tillerson re got, ‘divê hûn li cem me bin'."

BANG LI MISYONÊN AMERÎKA, RÛSYA Û ÎRANÊ HAT KIRIN

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê bang li berpirsên misyonê yên balyozxaneyên Amerîka, Rûsya û Îranê kir û di derbarê geşedanên vê dawiyê de ew agahdar kirin.

SERERKANÊ TIRK HEMKARÊN XWE AMERÎKAYÎ Û RÛSÎ AGAHDAR KIR

Artêşa Tirk bi awayekî fermî diyar kir ku wan li dijî Efrînê operasyoneke bi navê 'Çiqlê Zeytûnê' daye destpêkirin û herwisa Sererkanê artêşa tirk Hulusi Akar jî beriya destpêkirina operasyonê hemkarên xwe yên amerîkayî û rûsî agahdar kiriye.

 

ÇAVUŞOGLU BI HEVKARÊ XWE YÊ AMERÎKÎ RE AXIVÎ

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu bi hevkarê xwe yê amerîkî Rex Tillerson re bi telefonêv axivî.

Hate îdiakirin ku F16an 6 noqte kirine hedef ji xwe re. Tê gotin ku balafirên şer ne ketine Sûriyeyê li ser sînor hereket dikin.

ERDOGAN: EM BI DESTÊ XWE PIŞTA XWE DIXWIRÎNIN

Derbarê bombebarana Efrînê de Erdogan got, Em bi destê pişta xwe bi xwe dixwrînin.

YILDIRIM: TSKê OPERASYONA HEWAYÎ DESTPÊ KIR

Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim jî diyar kir, "Artêşa Tirkiyeyê (TSK) operasyona hewayî destpê kir.

Hate ragihandin ku balafirên şer ên Tirkiyeyê li ser sînorê Efrînê dest bi bombebaranê kirin. Herwiha tê gotin ku hêzên Artêşa Azad a Sûriyeyê jî ber bi Efrînê ve diçin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin