Balafireke şer a Sûriyê kete xwarê

Balafireke şer a Sûriyê kete xwarê

Balafireke şer a artêşa Sûriyê li sînorê parêzgeha Idlib a wî welatî, ku di bin kontrola grûpên çekdar ên opoizsyonê de ye, kete xwarê.

A+A-

Balafireke şer a artêşa Sûriyê li sînorê parêzgeha Idlib a wî welatî, ku di bin kontrola grûpên çekdar ên opoizsyonê de ye, kete xwarê.

 

Li Sûriyeyê di nav sînorên “herêma kêmkirina aloziyê ya Îdlibê” de êrîşên esmanî yên Rûsya  hikûmeta Sûriyê didomin.

 

Ji esman û bejayê ve li navçeya Xan Şêxûnê, bajarokê Temaniyeyê, gundên Salihiyye, Kefersecne, Medaya û Ermanayayê, li dorbera bakurê Hemayê li navçeyên Kefer Zita û Latamineyê û gundê Latminê êrîşên hikûmeta Sûriyê berdewam in.

 

Medyayên ser bi opozisyona Sûriyê ve belav kirine, ku îro Çarşemê balafireke şer a artêşa Sûriyê ku ji bo bombebarankirina deverê li esmanê Idlibê digeriya, ketiye xwarê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin