Bakurê Kurdistanê- Karmendên tendirustiyê tên vaksînkirin

Bakurê Kurdistanê- Karmendên tendirustiyê tên vaksînkirin

.

A+A-

Li temamê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bikaranîna vaksîna koronavîrûsê bi xebatkarên tenduristiyê yên xwebexş dest pê kir. Li Diyarbekirê rêveberên rêxistinên tenduristiyê vaksîn li xwe dan û bang li hevkarên xwe kirin ku ew jî vaksînê li xwe bidin.

Di raportekê de K24ê aşkere kiriye li Diyarbekirê li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl xebatkarên tenduristiyê hatin vaksînkirin. Rêveberê Saziya Tenduristiya Diyarbekirê  Dr. Cîhan Tekîn got; li bajêr 22 hezar xebatkarên tenduristiyê hene û wezaretê ji wan re 27 hezar vaksîn rêkirine û ew dixwazin hemû xebatkar bên vaksînkirin da ku li hemberî vîrûsê parastî bin.

Dr. Cîhan Tekîn diyar kir: “Ev vaksîn bi wesayitên guncav ji Çînê heta vê derê hatin veguhestin. Em vaksînê li gorî zincîra parastina sermayê diparêzin. Em çaverê ne ku di nava 3 rojan de vaksînê li hemû xebatkarên tenduristiyê bidin. Ji aliyê din ve 590 tîmên fîlyasyonê dixebitin. Hezar û 200 xebatkarên tenduristiyê li qadê kar dikin. Em niha baştir in, me koronavîrûs bi qismî kontrol kiriye lê belê dema ku em rênimayan sist dikin halet dîsa zêde dibe. Ji ber vê yekê divê em pabendî rênimayan bin.”

Li gorî daxuyaniyên rêveberên saziyên tenduristiya Diyarbekir, di roja destpêkê de nêzîkî 11 hezar xebatkarên tenduristiyê hatin vaksînkirin û tê çaverêkirin ku heta şemiyê hemû xebatkarên tenduristiyê bên vaksînkirin. Ji bo ku xebatkarên tenduristiyê bên vaksînkirin 213 xal hatin amadekirin. Di destpêkê de xebatkarên ku tûşî koronavîrûsê nebûnê tên vaksînkirin. Bijîşkên ku vaksîn li xwe dane dibêjin; ew di nava rîskeke mezin de dixebitin, lê di wê baweriyê de ne ku dê bi vê vaksînê werin parastin.

Bijîşkê Kardiyolojiyê Dr. Tuncay Guzel diyar kir: “Ji bo ku civak bikaribe ji koronavîsûrê bê parastin em dibêjin divê dermanê vaksînê bi kar bînin. Em spasdarên welat û wezareta tenduristiyê ne ku ev xizmet pêşkêşî me kirine. Em keyfxweş in ku me ev derman bikaranî. Ez di wê baweriyê de me ku tu bandoreke neyînî ya vaksînê tune ye.”

Dr. Serdar Soner jî destnîşan dike: “Ev vaksîn gelek girîng e. Divê teqez welatiyên ku di nav xetereyê de ne vaksînê li xwe bidin. Derfeta vaksînê ji bo me sûdeke mezin e. Divê kêmbûna haletên mirovan rihet neke. Di nava 6 mehan de dibe ku dîsa mirov bi koronayê bikevin, ji ber vê yekê divê vaksînê li xwe bidin.”

Lêdana vaksîna koronavîrûsê dê di çar qonaxan de bê kirin. Di destpêkê de xebatkarên tenduristiyê û welatiyên 65 salî û jortir, di qonaxa duyem de endamên hêzên ewlekariyê û perwerdehiyê û xwurekê, di qonaxa sêyem de dê welatiyên ku nexweşiyên wan ên daîmî hene û di qonaxa çarem de jî dê kesên ku dora lêdana vaksîna wan li wan borî ne bêne vaksînkirin. Piştî ku 28 roj li ser bikaranîna beşa yekem re derbas bibe dê beşa duyem were bikaranîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin