Sîrac Kirici

Sîrac Kirici

Hemû nivîsên nivîskar >

Bakurê Kurdistanê derguşa modela ye (2)

A+A-

Ji ali babetên tekoşinê,

alî tecrubeyên siyasî bakurê Kurdistanê derguşa modela ye.

Tekoşina demokratik û tekoşina tundiyê di asta herî bilind hatiye jiyandin.

Wexta mirov li tarixa xwe ya nêz mêze dike dibine ku

ev herdû rêbazên tekoşinê di şiyarbûyina hişmendiya neteweyi de

xwedî roleka erini bûne.

Vê gave pêvajo di çi rewşî de ye?

Hun dixwazin tekoşina legal demokratik

Hun dixwazin tekoşina bêitatiya sivil

Hun dixwazin tekoşina tundiyê biparêzin

bi kijan rêbazî dibe bila bibe dibê hun li encamên wê  mêzekin.

Bi xwe ez di wê baweriyê de me

wexta rêbazek tekoşinê were ceribandin ji ali hêjayên neteweyi, rêvebirin û xwe idrekirinê de gelê min çi qezenç kiriye û çi wenda kiriye…

Tarixa me ya nêz daye ispatkirin ku hin rêbazên tekoşinê piştî demeki rola xwe ya erî wenda kiriye û zerarê daye tekoşina neteweyî…

Wek minaka siyaseta hendek, bariqat, tundî û teqinên bêhedef.

Ya din,

wexta mirov rewşa gel û civata xwe tahli dike dibine ku

gelên li Kurdistanê dijin di dema xebatên demokratik,

sivil de hin bêtir beşdari xebatê bune;

hin bêtir di vî demi de li nasname û hêjayên welatê xwe xwedî derketine;

hin bêtir di vi demi de rol stendine.

Problema kurdên bakurê Kurdistanê ya vê demê ne problema

bi def û zirnê serxwebûn xwestine an bi kemanê “demokratize “kirina welatê serdestan parastine.

problema sereke problema tundiyê ye.

Divê kurd ji tekoşina tundiyê bi dur kevin.

Sedem û encamê wê çi dibe bila bibe dibê Tevgera Kurd ji vê yekê re careyek bibine..

Roja ku Tevgera Kurd ji bin siya tekoşina tundiyê derket

ewê bi rehetî berbi hedefên xwe yên sereke bice.

Bala xwe bidine

kijan demî Tevgera Kurda di qada tekoşina sivil û demokratik pêş de ketiye dewletê bi fen û listikan berê wan daye siyaseta tundiyê.

Bi tecrubeyan hatiye ispatkirin ku

di rewşên demokratik û sivil de gel hin bêtir şirigê siyasetê bûye…

Hin bêtir di vî demi de xwedî hikum in;

hin bêtir di vî demî de li nasname xwe û welatê xwe xwedî derdiketine.

Ev yeka dewletê xist/xistiye nav lêgerinekê….

Li bakurê Kurdistanê pir caran dewletê kurda dafî xebata tundiyê kiriye.

Tekoşina rewa di mijara tundiyê de hatiye fetisandinê.

Jibo çi kurd tên listika dewletê?

Bêguman sedemên wê yên sereke erdingeriya me ye.

Ya duyem tunebûyina otorite, hedef û vizyonek neteweyî ye..

Wexta ez lê rewşa me mêzedikim jiberê de ye li bakurê Kurdistanê meyil û xwesteka xebata demokratik û siyasi ji ya şerê çekdarî hin bêtire…

Dem dem dem kurda dest bi rêbazên tundiyê kiribin ji wek tradisyon kes li dijî xebata sivil, demokratik û legal derneketiye.

Roj hatiye vê rêbazê kirine armanç û roj din ji wek hacet bi kar anine.

Lê Pratik daye ispatkirin ku pişti demeki yên wek hacet vê rêbaza tekoşinê bi kar anine hin bêtir dibin bandora wê tekoşina demokratik û sivil mane.

Ev yeka ji di nav civatê de

bingeha berxwedana demokratik ji avakiriye.

Her çiqas heta demeki bandora şerê çekdarî hebe ji

pişti demekî  xebata demokrati ji xwe re tevgerek mobil ji avakiriye.

Gelek caran ev tevgera (dayikên şehidan, dayikên girtiyan, dayik û malbatên gerila,malbatên zarokên wan wenda bûye)

di xebata demokratik û legalê de roleka bingehin listine/dilizin.

Mixabin ev tevgera zindi tevi fedakarî û bedelên mezin di tayinkirin û hedefên siyasi de ne xwedî selehyetek mezin e.

Salên 90î perspektiv û vizyona siyasi Sexwebuna Kurdistanê,piştî salên 2000î “Komara Demokratik e”

Ev yeka di nav xwe de dijitiyek dihewine…

Dijitiyek ku tu caran bi bedel û fedekariyên hatiye kirin li hev nake.

Wê demê ki xwedî heqe…

Yên bedel dane…

yên motora xabatê ne,an ji yên bi stateji guherindinê berê xwe dane “demokratize kirina Tirkiyê…”

Gelek caran ev mijara dibe sedema gengeşiyên dijwar ku mirov bi awayekî cuda li vê meselê mêzeke…

Girse kurd û Kurdistanî lê Irada siyasi li du xeta “demokratizekirina Tirkyeyê” dimeşe.

Tevgera Kurd divê navek lê bike û ji vê yekê re çareyan bibine.

29.11.2016

Önceki ve Sonraki Yazılar