Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Bakurê Kurdistan û Rewşa Hestên Netewî!-2

A+A-

Kurdên ku di bingeha siyaseta Kurdan de, dane dû pariyan, hesabên şexsî dikin û li hember berjewendîyên Kurd û Kurdistanê ne. Hertim li hember sîstema dagirkeran nermik in û li hesabê herkesî tên. Li ber dilê Tirk, "çep"ên Tirkan, liberal û lîboşên Tirkan, Ereban û Farisan, kesên "şirîn" û "delal"in.. Ew jî bi vê "şirînî" û "delalîya" dijminan kêfxweş in(!)

Dema ku hilbijartina perlementeran tê, dema ku referandûm, an jî karekî din yên dewleta dagirkeran yên makezagonî, yasayî tê; derdikevin mazatê û ji sibê heta êvarê civata Kurdan bi helwesta xwe mijûl dikin. Dixwazin her Kurd li ser problemên Tirkan, parlamento û yasayên Tirkan, Ereban û Farisan mijûl bin ku li ser pirsgirêkên xwe ranewestin.

Bi birînên dijmin re eleqeder bin, ku hun êş û elemên xwe ji bîr bikin!

Bi destpêkirina referandûmê li Tirkîyê, Îro evana dîsa derketine mazatê. Mêtro di destên wan deye û gav bi gav dipîvin ka di navbera "erê, "na" û boykotê" de çiqas ferq heye! Kîjan çiqas xizmetê ji çi re dike?  Gelo cilê ku layiq tê dîtin, wê li bejna wî/wê were yan na?

Lê Kurd û Kurdistan, siyaseta 90 salî ya dewletê, asîmîlasyon, qirkirin, jenosîdkar wek erkên zûjibîrkirinê ne ji wan re.

Qet nayê bîra wan ku ew kole ne. Di parlementoyên dijminan de bibin "beg, axa û mîr"  jî, ji toqa koletîyê ne azad in! Ji bîr dikin, ku dîroka wan, nasnameya wan, hebûna wan, namûsa wan, welatê wan di bin destê dijminan deye û ew kirasê li wan, tenê li gor berjewendîyên dijminan qîmetê digire. Heta ku ev dewlet li Kurdistanê dagirker bin, tenê yek tercîh heye; „Hun nebin ji me, jiyan ji we re tineye"(!)

Bi qasî ku dewlet ne ya wan e, yasa û qanûn jî ne yên wan in. Parlemento û kar û barên parlementerî ne yên wan in. Gelo çima ewqes bi heyecan û bi karûbarî,  bi nîzam û guhertinên van dewletên dagirker re mijûl in?

Rastîya vê beşa Kurdan ew e ku;  "xwe Kurd" dibînin, lê ew bûne beşek ji civata van dewletên dagirker(!). Bi hest, hewldan û ramanên xwe, wê peyamê didin me ku, "dewlet a wan e" jî. Didin nîşan ku "ew di nava  derfetên vê dewletê de bi cîh bûn. Berjewendîyên wan di nav cîhgirtina dewletên dagirker de ye û bi hinek guhertinên sîstemê ve, wek bi pêşdebirina demokrasî û mafên mirovî de wê hîn bêtir mafên jiyanê ji wan re hêsan bibe"(!) 

Ji ber vê helwestê û li gor vê biryara li ser berjewendîyên xwe, di hilbijartinan de çalak in û di cîhgirtina nava sîstemê de xwe minettar dibînin. Bêku Kurdistan serxwebûna xwe bigire, bi guhertina sîstemê bawer dikin û bi naskirina nasnama xwe re amade ne, ku bibin yek ji beşa asîmîle û wendabûnê. Potansiyela tevgera HDPê di nav vê beşê de bi bandor e. Ji ber ku daxwaz hevdu temam dikin! Ev beş; bi awayekî zelal, li hember cûdabûna Kurdan, avakirina dewleteke Kurdî helwestê girtine û ya ku wan û PKK, çepên Tirkan û beşek ji elewîyan di bingeha HDP de tîne cem hev jî, ev tercîh e. Ji ber vê tercîhê ye, ku li ser guhertinên makezagona Tirkan, li ser hilbijartinên parlamenteran û çêkirina yasa û qanûnan, avakirina demokrasîyê di sîstema xwedî karên hovane de; wek karên dagirkerî, kolonyalîstî û jenosîdkarî û demokrasîyê tînin cem hev, li dijî cîhêbûnê, zewaca bi darêzorê û bi reforman re "demokrasîya dagirkerî" diparêzin.

Di vir de programa van Kurdan û muhalefeta Tirk, Ereb û Farisan dibe yek. Piranî li Tirkîyeyê piştgirîya elewîyan, "çep"ên Tirkan ji bo HDPê û di nav HDPê de bi çalak cîhgirtina wan, li gor van esasên întegrebûnê û tirkîyebûnê tên meşandin. "Çep"ên Tirkan û hêza elewîyan ya çalak ev beşa Kurd ji bo berjewendîyên xwe, yên li hember desthilatê û guhertinan bi kar tine(!) Ji bo întegrasyona Kurdan û asimîlekirina Kurdan, di vir de pergala herî mezin, helwesta "çep"ên Tirkan, elewîyên çalak û PKKê, HDPê ye. Li gor bernameyekê dimeşin û armanca wan jî ev e: Ne li dijê dewleta dagirker, li dijê desthilatên vê dewletê di hewldanan de ne.

 "Dixwazin bibin beşekê ji civata cumhurîyeta Tirkan û di nava vê sîstemê de wek tozek berf bihelin û bi vê helandina xwe jî razî ne. Wek civat, ji bernameya netewa Kurd û Kurdistanê  xwe dûr dixin û ewle dikin û berê wan her ber bi 'parastina yekitîya cumhurîyeta Tirkan ve ye. Plan û pirojeyên wan, daxwazên wan ew in, ku bibin şirîkê parvekirina erkên dewletê û girtina dîlimek ji dahatên dewletê ne. Kurd û kurdayetî ji wan re tenê wek nasnameyekê derdikeve pêş. Ji doza Kurd û Kurdistanê dûr in û vê jî eşkere dibêjin. Dijminatîya kurdperwerîya Kurdan û niştimanperwerîya Kurdan dikin. Dizanin ku ev hestên kurdperweran pilan û projeya yekbûna wan bi dewletên kolonyalîst re xerab dike.

Dema ku Aysel Tuglukê digot: "ku ne ji van kurperweran be, em zûde gihîştibûn armanca xwe. Mixabin ew ling davêjin berme"(!) qesda wê ev bi xwe ye.

Vê helwesta xwe, armancên xwe jî eşkere dibêjin:

"Em li dijê perçekirina dewleta Tirkan in, em tenê dixwazin bi hinek guhertinên demokratîk re, rê ji me re jî vebe, ku em bibin şirîkê vê dewletê, ne ku sêwîyê wan bin!"(!)

Di bingeha vê beşê de asîmîlasyon bi bandorek mezin dimeşe û zimanê dan û stendinan, meşandina siyasetê bi tirkî ye. Piranîya berhemên wan bi tirkî ne. Hewldanên geşkirin û vejîna çand û zimanê kurdî li cem wan ne programkirî ye û vê karekî girîng jî nabînin. Polîtîk û tercîha vê beşê  jî tercîheke siyasî ye. Bi helwest xizmetkarên çand, muzîk û zimanê tirkî ne. Ew wek sazîyekê dagirkerên Tirk, xizmetê ji asîmîlasyonê re dikin. Di bingeha vê grubê de beşek mezin a girseyî Kurd e û hîn ruhê kurdewarî beşek ji jiyana wan e.  Wek siyasî di nav vê beşê de xwedî hêvî ne, lê xwestinên wan ji xwestinên vê beşê cûda, di xeyalên netewî de dijîn! Di bingeha PKK de ev grub heye, lê di reveberîyê de ne xwedî erk in. Tenê piştgirê  siyaseta PKK ne.

Di vir de hemû hesab li ser întegrekirina Kurdan bi dewletê re dimeşe. Karê asîmîlasyon û întegrasyonê bi awayekî dijminane.  Zirav zirav tê honandin di vir de. Wek mîqnatêzekî hêza ku vê beşa Kurdan dikişîne nava vê avzêna xeneqîn; ev hesabên berjewendîkar û çepên Tirkan û elewîyên ku bi wan re têkildar in.

Bingeha vê projeya "întegrasyon" û "asîmîlasyonê" ji devê berpirsîyarên PKK û HDP bi van hevokan derdikeve hole:

"Kurd dewletê naxwezin, em demokrasiya xweserî dixwezin. Dewletxwestin û avakirina dewleteke kurdî nijadperestî ye(!) Em biratiya gelan diparêzin. Serok Apo afirînerê jinê ye. Kesek bi qasî serok dilê jinan fetih nekiriye(!) Hun Kurdistaneke serbixwe li ser sênîyê jî dirêjî min bikin, ez qebûl nakim. Em li dijê dewleta netewî ne. Federasyona gelan a demokratîk di rojhilata navîn de armanca me ye"(!)

Ev beşê ku sere xwe bi hilbijartin, guhertin, nûkirin û yasa û qanûnên dewletên dagirker re diêşîne; dixwaze ku li her beşî, Kurdan bixin bin bandora xwe. Dixwazin bibin pergal ji van armancên întegrasyona bi dewletên dagirker re. Li hember dewletbûna Kurdan girtina helwestê, redkirina devletbûnê ev porojeyek jeostratejîk a dewletên dagirker bi xwe ye.

Li Tirkîyeyê PKK û HDP, li başûrê rojavayê Kurdistan PYD-TEVDEM, li başûrê Kurdistanê Tevger û dilovgerîya Silêmanî di vê helwestê de ne. Beşek pir mezin ji Kurdan di vê helwestê de têkildar e û  tevdigere. Berjewendîyên wan û van tevgerên Kurdan ên siyasî hevûdu temam dikin.

16.02.2017

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin