Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Bakurê Kurdistan û Rewşa Hestên Netewî!

A+A-
Ji serî de ez vê bêjim ku di vî warî de ji hêla akademîk de bi îstatîstîkan, rewşa Kurdên Bakurê Kurdistan û dînamîzma netewî nehatîye eşkere kirin. Xebatên ku tirkan meşandine jî hevdû nagirin.

Kurdên bakurê Kurdistan di çi rewşê de ne? Siyaseta Tirkan ev 90 sale, li ser esasên inkarkirin, asimilasyon û tirkirina kurdan siyaüsetek fermî û navendî dimeşîne. Ji bona ku kurd xwe beşek ji vê dewlata zordar bibînin, cûre bi cûre metod bikar anîye. Înkarkirina hebûna kurdan wek netewekî bi şiklekî stratejîk meşandîye û asîmîlasyon kirîye pargala herî mezin û bibandor di vî warî de. Ev pergal di du waran de bê ku Kurd fersenda xwe wek netewekî bidestxin, wek netewekî xwe bihonin hatîye meşandin.

Di virde hin ji hêla Milîkarîzmê de her pergal û kirin hatîye meşandin û hin jî di warê înkar asîmîlasyonê de, ev herdû pergal bi hev re meşîyane ji bona yek armancê, bûne bibandor li ser netewa Kurd û Kurdistan.

Yek ji vê hin qedexekirina zimanê Kurdî û bi darê zorê teşwîkkirina hînbûna tirkî bi xwe ye. Di warê perwerdê de, ev kirinên dewletê bûne bandorek mezin li ser zarok û civanên kurdan. Di dibistanê dewletê de, têsîra vê asîmîlekirinê hîn bibandortir meşîyaye.

Ya din jî di warê çapemenîyê, rojnamegerî, medya û karê çandî de ye. Sînema tirkan bi salan, romana tirkan bi salan, rojnamegerîya tirkan bi salan,  medya tirkan, muzîka tirkan bi salan ev kar bi zanistî û bi alîkarîya sîstema dewletê meşandîye. Kurd ji xwe re kirine mijar di varekî qels û bê çand de û bi helwestek asîmîlekirinê hatîye ser kurdan. Di roman û sînema Tirkan de Kurd her bûne xwedî rolê krîmînal û xizmetkarên şexsîyeta Tirkan û patine piçûkkirin. Ev siyaseta Kolonyalîst bi destê hunermend, zana û ronakbîrên tirkan ve hatîye meşandin.

Di warê siyasî de jî ev karê asîmîlekirinê bi bandor meşîyaye û xwestine ku Kurd xwe wek beşek ji civata tirk bibînin û tevlî dolivgerîya dewleta tirk bibin. Serdestîya wê qebûl bikin û bihilin di nav vê çerxa malxerab de. Di vî warî de tevgera çep a tirkan rolekî mezin lîstîye û hîn jî dilîze. Bi piranî jî di nav kurdên Elewî, Kurdên ku koçberî nav tirkan bûne de ev helwesta dilxerab bibandor meşîyaye.

Kurdan xwe beşek ji pirsgirêkên vê dewletê dîtine û di vî warî de beşek pir mezin îqna jî bûye. Ev beş, zû asîmîle bûne, ketine nav çerxa dolivgerîya dewleta tirkan û êdî xwe di wir de îfade dikin. Ev beş, êdî nêzî doza Kurd û Kurdistan nabe û bi nîjadperestên tirkhezan re êrîşî doza Kurdistan dikin. Vekirî dibêjin "ev dewlet a me ye, em tirkin û hûn çima jiyan û huzûra me xera dikin?" Di vî warî de îstatîstîk nehatine çêkirin û ne kişfin bê hejmar çi ye?

Lê em dikarin bêjin ku dîlimek pir mezin ji kurdan di nav vê asîmilasyona hin ziman-çand û hin jî di warê nasnamê de bûne tirk û hilîyane.

Beşa duyem jî, di warê asîmîlasyona çand û ziman de bûye tirk, lê wek nasname hîn xwe Kurd dibîne. Ew jî dibêjin:

"raste em kurdin, lê em beşek ji civata vê dewletê ne. Dewlet a me ye jî. Em di nava îmkanên vê dewletê de bicîh bûne û bi hinek guhertinên sîstemê ve, wek bipêşde birina demokrasî û mafên mirovî de wê hîn bêtir mafên jiyanê ji me re hêsan bibe!" Ev beş di hilbijartinan de çalakin û di cîhgirtina nava sîstemê de minêkarin. Bi guhertina sîstemê bawer dikin û bi naskirina nasnama xwe re amadene ku bibin yek ji beşa wendabûnê. Potansiyela tevgera HDP di nav vê beşê de bibandor e. Ji ber ku daxwaz hevdû temam dikin!

Beşa sêyem; ew jî xwe beşek ji civata cumhurîyeta tirkan dibînin. Wek civat, ji programê netewa Kurd û Kurdistan xwe ewle dikin û berê wan her berbi "parastina yekitîya cumhurîyeta tirkan" de ye. Pîlan û pirojên wan, daxwazên wan ewin ku bibin şirîkê parvekirina erkên dewletê û girtina dîlimek ji dahatên dewletê ne. Kurd û kurdayetî ji wan re tenê wek nasnameyekê derdikeve pêş. Ji doza Kurd û Kurdistan dûrin û vê jî eşkere dibêjin.

"Em dijî perçekirina dewleta tirkan e, em tenê dixwazin bi hinek guhertinên demokratîk re, rê ji me re jî vebe ku em bibin şirîkê vê dewletê, ne ku sêwîyê wan bin!"

Di bingeha vê beşê de jî asîmîlasyon bi bandorek mezin dimeşe û zimanê dan û stendinan, meşandina siyasetê bi tirkî ye. Hemû berhemên wan bi tirkî ne. Hewldanên geşkirin û vejîna çand û zimanê kurdî li cem wan ne programkirî ye. Ev beş polîtîke û tercîha wan  jî tercîhek siyasî ye. Di bingeha vê grûbê de beşek mezin a girseyî Kurd e û hîn ruhê kurdewarî beşek ji jiyana wan e.  Wek siyasî di nav vê beşê de xwedî hêvî ne, lê xwestinên wan ji xwestinên vê beşê cûda, di heyalên netewî de dijîn!

Beşa çaremîn; pir bah û bahoz di ser re derbasbûne. Ji hêla çand û ziman de ketîye bin bandora asîmîlasyonê. Lê daxwaz û helwesta kurdewarî di nav vê beşê de zînde ye. Li ser çand û zimanê Kurdî kar û xebatên berheman di nav vê beşê de serete ye. Hewlên li henber asîmîlasyonê wek wejîmek pîroz di nav vê beşê de dimeşe. 

Bê rêxistine. Siyasetek netewî, programek netewî û sererast bi rêk û pêk kirinek siyasî, bibandor derneketîye ber ku xwe bihone.

Di vî warî de jî dudilî heye. Beşek jê di navxwe de di nav nakokîyan de dijî. Bingeha bîr û bawerîya avakirina dewletek serbixwe dudilî ye. Hin pirsgirêk û guhertinên dewleta serdest wek pirsgirêkên xwe dinirxîne û ji bona van guhertinan enerjîya xwe xerc dike û hin jî bi vê ne bawere. Ev dudilîtî, ji tunebûna rêxistinek xort a netewî tê.  

Di xewn û xeyalên vê beşê de Kurdistanek serbixwe heye û hêvîya xwe bi Başûrê Kurdistan û bi dînamîzma wê ve girêdaye. Enerjîya xwe a netewî ji wir digire û dilxwaze ku ev enerjî bêt honandin di seranserê Kurdistan de. Îhtîma avakirina dewletek Kurdistanî li başûr, enerjîyek mezin dide zîndekirina hestên netewî.

Şerê "xendeqan" zirarek mezin da vê bingehê û bû hedefa dewletê ku ev beş di bin lingan de bipelçiqe û ji hev tarûmar bibe.

30.01.2017

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin