Bakurê Kurdistan di bin berf û seqemê de maye

Bakurê Kurdistan di bin berf û seqemê de maye

Berf û seqemeke giran seraserê bakurê Kurdistan daye ber xwe. Hemû bajarên bakurê Kurdistanê di bin berfê de maye û termometer bin sifirê nîşan dide.

A+A-

Berf û seqemeke giran seraserê bakurê Kurdistan daye ber xwe. Hemû bajarên bakurê Kurdistanê di bin berfê de maye û termometer bin sifirê nîşan dike.

cewlik.jpg

Hemû reşayiya Bakurê Kurdistanê ji berfê sipî dike. Ji hukmê berfê gelek riyên bajaran hatiye girtin û bi hezaran gund îzole mane. Gund û bajarokên ji ber berfê riya wan hatiye girtin ji 3000 derbas dibe. Li gelek bajaran dibistan hatine girtin.

Tenê li Bedlîsê riya 104 gundan ji ber berfê hatiye girtin. Di nav bajarê Bedlîsê qalindiya berfê 104 cm ye, li ciyên bilind qalindî dighîje 1,5 metreyî.

Li gel berfê sir û seqemeke giran ser bakurê Kurdistanê girtiye. Wek her salî, bajarên Serhedê ji aliyê sermayê ve rêzên herî pêş digrin. Di bin sifrê de li Agirî 35,1, Ardaxan 28, li Qersê 27,6, Erzurumê 26,8, Erzîncan 16,5, Ixdirê 18, Mûş 18,9 pole ye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin