Bakur, li dijî zivistanê têdikoşe

Bakur, li dijî zivistanê têdikoşe

Li Bakurê Kurdistanê îsal demsala zivistanê bi zor û zehmetî derbas dibe û li hin deverên Mûşê sûtirya berfê gihîştiye 10 metreyan. Li Wanê jî ji ber berfê çend rê hatine girtin.

A+A-

Rêveberê Xizmetên Rê û Gihandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr Mehmetşah Şenturk diyar kir ku herêma Uçevler a ser navendê bi taybetî jî li cihên bobelat lê zêdeye stûriya berfê gihîştiye 10 metreyan.

 

Çend rêyên Wanê hatin girtin 

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê daxuyanî da û ragihand ku ji ber şert û mercên hewayê rêya 5 cihan ji çûn û hatinê re hat girtin.

 

Hat gotin ku ji bo rêyên li navçeyên Başkale û Gurpinarê bên vekirin xebat didomin.

 

Ekîbên Rêveberiya Vekirina Rêyan jî rêya di navbera Wan û Colemêrg,  Wan û Mûksê paqij dikin û li ser wan rêyan xwey wer dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin