Bakur- Colemêrgî dixwazin medreseya Meydanê bibe navendeke geştiyarîyê   

Bakur- Colemêrgî dixwazin medreseya Meydanê bibe navendeke geştiyarîyê  

Medereseya Meydanê ya dîrokî ku dora 300 sal berê ji aliyê mîrê Colemergê Mîr Îbrahîm ve hatiye çêkirin û gelek zana û alim tê de gihiştine, di salên dawî de, bê xwedî maye. Nivîskar û Akademisyenên li Colemêrgê daxwaz dikin ku ev ciyê dîrokî ku Mele Huse

A+A-

Medreseya Meydanê, yek ji wan avahiyan e ku nîşaneya bajarê Colemêrgê ye. Lê ev Medreseya ku 319 sal berê di salên 1700-1701'an de hatiye çêkirin, niha ji bê xwedîtî wek gelek mîrateyan ber bi nemanê ve diçe. Akademisyenê Zaningeha Colemêrgê Yaşar Kaplan û Nivîskar Vasfî Ak jî hewl ddin ku vê medreseyê, bikin navendeke geştiyarî.

Akademisyenê Zanigeha Colemêrgê Yaşar Kaplan, balê dikşîne ku ev medrese, heta serdema Komara Tirk Aliman gihandiye û piştî ku demekî wek girtîgeh hatiye bikaranîn jî, teqrben 70 sal e, vala ye. Yaşar Kaplan daxwaz dike ku ev avahiya ku yek ji sembolê bajêr e, bê nûjer kirin û li gor çanda bajêr bê tije kirin.

Yaşar Kaplan ji K24ê re got: "Her bajarekî rihekî wî heye, bajarên bêrih tine ne. Ev cîh û warên kevin; çi dêr, mizgeft, medrese be, çi jî bermahiyekî din bin; ew nasnameya wî bajarî û wî miletî di danasîn. Ev Medrese jî sembola Colemêrgê ye ku heta îro li ser piya maye. Dema ku dibêjin Colemêrg, ger medreseya Meydanê bê bîra wan, dê bibêjin belê demekî ji vê dere, zana û alim, xwendin û rewşembîrî hatiye kirin. Ev avahî wan hemû tiştan radigihîne bo aleme."

Medrese, herî dawî di sala 1984'an de, ji aliyê rêvebiriya Muftîtiyê ve hatiye nûjen kirin, lê daxwazî ew e ku li nav medreseyê, berhem û sembolên civak û pêkhateyên colemêrgê bên danîn û wek ciyekî geştiyarî ku bajêr dide nasîn jî bê nasandin.

Nivîskarê Colemêrgî Vasfî Ak jî, tîne ziman ku Colemêrg navendeke medrese, rewşembîrî û zanyarî kiriye û  ew dixwazin, wê nasnameyê zindî bikin.

Nivîskar Vasfî Ak dibêje: "Hêviya me ew e ku ev medreseya kevnar, wek kevnargehekî bê nûjen kirin û xemlandin. Em dixwazin zaningeh û saziyên çandî, wek kevnargehekî li vî ciyê dîrokî xwedî der bikevin û bikin kevnargehekî. Ev jî dê ji bo bajêr tiştekî gelek baş bibe"

Medereseya Meydanê ya Colemêrgê, ji çendî medreseyan yek e û gelek alimên Kurd lê gihane. Devera Colemêrgê jî bi sedan sal ji aliyê mîrkên Kurdan ve hatiye birêve birin ku Mîrê herî tê zanîn jî Pertev Begê Mîrê Hekarî ye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin