Bahçeli: Tifaqa MHP û AK Partiyê êdî hilweşiyaye

Bahçeli: Tifaqa MHP û AK Partiyê êdî hilweşiyaye

Serokê MHPê Devlet Bahçelî îro di civîna fraksiyona partiya xwe de li parlamentoya wî welatî ragihand, hevpeymaniya navbera MHPê û AK Partiyê êdî hilweşiyaye.

A+A-

Di van rojên dawî de ji ber daxwaza efûyê bo girtiyan û biryara sonda xwendekarên dibistanê di navbera Partiya Tevgera Neteweperst (MHP) û AK Partiyê de alozî derketin û piştî vê yekê Bahçelî got, “Hewce nake ev pêvajoya kronîk berdewam bike. Bo hilbijartinên şaredariyan ti hêviyeke me ya rêkevtinê tune ye, lêgerîn û nêta me nemaye.”

 

Devlet Bahçelî da xuyakirin, ku ew li ser soza xwe ne û got, “Me çi gotibe, me çi daxwaz  kiribe, em li pişt wê ne.”

 

Serokê Giştî yê MHPê ji aliyê wate û naverokê ve daxwaza wan a yasayî ne efû ye û got, “Ev daxwaza me ya yasayê li ser kêmkirina cezaya tawanan e. Bi tevahî ji 7 xalan pêk tê. Me di xala 3yemîn de bi awayekî aşkere ragihandiye ku dê kîjan tawanan li derve werin hiştin. Em li gel daxwaza xwe ne. Me ev daxwaza yasayê bo valakirina girtîgeha pêşkeş nekiriye.”

 

Bahçelî di axavtina xwe de bal kişand ser kuştina rojnamevanê Sûdî Cemal Xaşiqcî jî û got, “Ev cînayet e. Tîr şehzade nîşan didin. Divê ev kuştin di her warî de were aşkerekirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin