Bahçeli ji Serokê Tirkên Qibrisê re: Dest jikar vekşîn e(!)

Bahçeli ji Serokê Tirkên Qibrisê re: Dest jikar vekşîn e(!)

Serokê Partîya Nîjadperest a Tirk (MHP) Dewlet Bahçeli, bi zimanek tund li dijî Serokomarê Qibris a bakur Mustafa Akinci axifî, ku daxwaza yekgirtina Qibrisê dike û li dijî yekgirtina bi Tirkîye re ye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Ligor Bahçeli: Daxwaza dîyalogê ya Akinci ligel Komara Qibrisê û yekgirtina wê – axaftinên tekşokestinê ne! Divê Mustafa Akinci dest jikar vekşîn e, ev erk a Tirkibûyîn a Qibrisê ye(!)

Di hevpeyvîna xwe ligel Rojnameya The Guardian a Ingilizî Mustafa Akinci gotibû, ku: “Yekgirtina ligel Tirkîye mezintirîn metirsî lipêş Qibris a bakur e”. Herweha daxwaza çareserîya dewletek federal a Qibrisê kir.

Ev sekna Akinci, Serokê Partîya Nîjadperest a Tirk – MHP Dewlet Bahçeli gelek dilgiran kirîye, ku daxwaza dest jikar vekşîn a Akinci dike.

Şîrovekar dibêjin, maf ek Bahçeli nîn e, ku xwe bike berdevk li Qibrisa bakur û mafê dengderên Qibrisa bakur binpê bike û herweha ji cihê wan bersivê bide. Destwerdan a Bahçeli jî, pêngavek neyênî wesif dikin!

K24

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin