Babacan: Pirsa Kurd li Tirkiyê mezin dibe

Babacan: Pirsa Kurd li Tirkiyê mezin dibe

Babacan: Pirsa Kurd li Tirkiyê mezin dibe

A+A-

Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Pêşketinê (DEVA) Alî Babacan di yekemîn kongreya rêxistinî ya partiya xwe de li bajarê Amedê gotarek pêşkêşkir û têde got ku divê wê yekê qebûl bikin ku AK Partî her ji salên destpêkê yên deshilata xwe, bo ku bibe endam di Yektiya Ewropa de hinek reform kirine, lê gelo niha rewş xirab bûye. Babacan herwiha got ku ewên ku Tirkiyê birêve dibin bi awayî karakirina wan a çend salên derbasbûyî û bi hevbeşên xwe yên nû ji nû ve pirsgirêka Kurd mezintr dikin.

Serokê Giştî yê DEVAyê Alî Babacan duh di kongreya partiya xwe ya Amedê de amaje bi wê yekê da ku li Tirkyê pirsgirêkên cidî derbarê ne wekhevî, nedadperwerî hene û bandora xwe ser tevaya civakê heye û bilez ew pirsgirêk mezin dibe.

Serokê Giştî uê Partiya DEVA Alî Babacan got: “Bêjeya pirsa Kurd bûye axaftinek ku rejîma niha gelekî nerihet dike. Dibêjin çi kêm e? Çima tên û diçin û dibêjin pirsa Kurd? Îro dane pey hevbeşên xwe yên biçûk û mixabin bi pêngavên bilez ber bi siyaseta Kurd a di salên notî de direvin.”

Alî Babacan da zanîn ku ji ber guşaran beravajiya salên derbasbûyî ku Tirkiyê reform dikirin, di bin gefa girtinê de koça rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd destpê kiriye.

Babacan herwiha anî ziman: “Ew tabloyên Kurdî ku wextê xwe hatine daleqandin, mixabin yek bi yek anîn xwarê. Salên reformê ew sal bûn ku ew rewşenbîrên Kurd ên neçarbûn di dema xwe de welat bicîh bihêlin û biçin Ewropayê, bi hêviyeke mezin vegeriyan Tirkiyê, lê îro mixabin, beşeke zêde ya rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd ji ber gefa girtinê, ji dîlva mana li vê derê, çûne Ewropayê û jiyana koçberiyê didin ber çavê xwe, wate koçê destpê kiriye.”

Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê li ser danîna qeyûman bo ser şaredariyên HDPê rexneyên dijwar li desthilatê girtin û derbarê girtina berpirsên HDPê de jî bi hinceta bûyerên Kobanî rexne li siyaseta dualî ya desthilatê girt û got: “Meha Sibata 2015ê piştî bûyerên Kobanî bi 4 mehan endamên hikûmetê li Dolmabahçe naveroka rêkeftinê xwendin. Gelo wê demê haya wan ji banga 4 meh berê ya Kobanî nebû? Eger berê xwe bidin rabirdû wê yekê dibînin. Wate piştî bûyeran wî wêneyî li Dolmabahçe digrin. Ev girîng e. Wê demê proseya aştiyê berdewam bû, lewra pêdiviya wan bi wî wêneyê Dolmabahçe hebû, ewên ku heta doh di qonaxa proseya aştiyê de we bi hev re kar dikir, niha bi derxistina biryarekê û bilez wan negrin.”

Alî Babacan yek ji damezrênerên AK Partî ye, di sê geran de parlamenterê AK Partiyê bû, herwiha postên wezîrê derve, wezîrê darayî û aborî, cîgirê serokwezîr bo karûbarên aborî û rawêjkariya paye bilind wergirtin. Babacan 8ê Temûza 2019ê dest ji AK Partiyê berda. 9ê Adara 2020ê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê damezrand.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin