Babacan: Divê astengiyên li pêş perwerdehiya zimanê dayikê bên rakirin

Babacan: Divê astengiyên li pêş perwerdehiya zimanê dayikê bên rakirin

.

A+A-

Serokê Partiya DEVAyê Ali Babacan li ser perwerdehiya bi zimanê dayikê ragihand, ku mijara maf û azadiyan, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê tîne bîra mirov. Ew di vê mijarê da jî zelal in û zimanê dayikê bo hemû kesan wek şîrê dayika wan ê spî helal e.

Babacan ragihand ku ew pêşniyar dikin, xala 42emîn a Destûra Bingehîn bê guhertin. Ji bilî zimanê wan ê fermî Tirkî, divê di perwerdeyê de mafê bikaranîn û pêşxistina zimanê dayikê di Destûrê de cih bigre û di bin garantiya Destûrê de be.

Serokê Partiya DEVAyê Ali Babacan got "Dema behsa maf û azadiyan tê kirin, em dizanin ku yekser `mafê perwerdeya bi zimanê dayikê` tê bîra mirovan. Em di vê mijarê de jî gelekî zelal in. Zimanê dayikê bo hemû kesan wek şîrê dayika wan ê spî helal e. Hemû zimanên ku li vê axê tên axavtin, zimanê me ne. Em bi heman awayî nêzîkî van hemû zimanan e. Binêrin ez nabêjim `em bi heman wekheviyê nêzîk dibin` ez dibêjim `em bi heman awayî nêzîkî van hemû zimanan e.` Me di plana xwe ya çalakiyê de jî, bi awayekî eşkere cih dayê. Em pêşniyar dikin, xala 42emîn a Destûra Bingehîn jî li gor vê bê guhertin. Ji bilî zimanê me yê fermî Tirkî, divê di perwerdeyê de mafê bikaranîn û pêşxistinê yê zimanê dayikê di Destûrê de cih bigre û di bin garantiya Destûrê de be. Divê astengiyên li pêş perwerdeya bi zimanê dayikê jî bên rakirin. Ji aliyê din ve, li ser daxwazên xwecihî vegerandina navên berê yên cihên niştecîhbûnê armanceke me ya girîng e."

Alî Babacan dibêje, ew li himberî êşa Dayikên Şemiyê kor u bêdeng namînin, ji bo vegera zarokên wan bi şev û roj deriyên wan wê vekirî bimîmin.

Babacan diyar kir "Derbarê wendakiriyên bi zorê jî ez dixwazim soza me ya berbiçav eşkere bikim. Em ji êşa Dayikên Şemiyê re kor û hawara wan re bêdeng namînin. Em ji êşa dayik û bavên, ku ji bo zarokên wan vegerin bi şev û roj deriyê xwe vekirî dihêlin û bira û hevjînên ku hesretiya kevirê gorekê dikşînin, bêdeng namînin. Em ê bi ser vê tarîtiyê de biçin. Em ê di vê çarçoveyê de Peymana Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî ya derbarê bêyî ku bên wendakirin parastina hemû kesan, îmze bikin. Em ê di vê çarçoveyê de di yasaya cezayê de `kiryarên wendakirina bi zorê` wek tawaneke serbixwe bicih bikin û di van tawanan de xala demborînê jî rakin. Em ê vê kiryarê wek tawaneke mirovî binav bikin. Weke hûn dizanin, bo tawanên dijî mirovahiyê demborî nabe. Zû yan dereng ji bo bicih anîna dadperweriyê em ê bixebitin. Em ê rûmeta dewleta hiqûqê rizgar bikin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin