Baba Noel û hevjîna wî bi dehan zarok tûşî koronayê kirin

Baba Noel û hevjîna wî bi dehan zarok tûşî koronayê kirin

.

A+A-

Li eyaleta Georgia ya Amerîkayê, Baba Noel û hevjîna wî, bi dehan zarok tûşî vîrusa koronayê (Covid-19) kirin. 

Li eyaleta Georgia ya Amerîkayê, Baba Noel û hevjîna wî, bi dehan zarok tûşî vîrusa koronayê (Covid-19) kirin û ew zarok, bû du hefte ji perwerdeya li dibistanan bêpar mane.

Bi dehan malbatên li eyaleta Georgia ya Amerîkayê dema bihîstin ku Baba Noel û hevjîna wî hilgirên vîrusa koronayê ne û diyarî dane zarokên wan.

Aliyên peywendîdar heta niha 50 zarok xistine karantînayê û biryar e 14 roj di karantînayê de bimînin.

Ne tenê li Amerîkayê, li navîna vê mehê, li Belçîkayê jî Baba Noel hilgirê koronayê bû û çûbû mala kesên bi temen û herî kêm 75 welatiyên yextiyar tûşî koronayê bûbûn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin