“Azadiya protestokirinê bi awayekî cidî tê astengkirin”

“Azadiya protestokirinê bi awayekî cidî tê astengkirin”

.

A+A-

Coşkûn Ustercî, Sekreterê Giştî yê TIHVê di civînê de got ku “Di demokrasiyekê de ger welatî nikaribin azadiya xwe ya kombûnê bikar bînin, gelo wê çawa bikaribin kesên biryaran didin rexne bikin û li dijî wan biryaran derkevin?”

Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV), Komeleya Mafên Mirovan (IHD) û Hewldana li dijî Sûcên Ramanê bi hev re raporek bi navê “Binpêkirinên Azadiya Xweîfadekirinê yên li Tirkiyeyê – Tîrmeh 2021an” amade kiriye.

Rapor bi civîneke online hate danasîn. Osman Îşçî (IHDya Enqereyê), Leman Yûrtesever (IHDya Stenbolê), Ahmet Çîçek (IHDya Îzmîrê), Şanar Yurdatapan (Hewldana li dijî Sûcên Ramanê) û Coşkûn Ustercî (Sekreterê Giştî yê TIHVê) beşdarî civînê bûn.

Kesên beşdarî civînê bûn behsa binpêkirinên li herêmên xwe kirin û Usterciyî jî nirxandineke giştî kir.

Usterciyî got ku digel germa havînê û cejnê, di meha Tîrmehê de binpêkirina azadiya xweîfadekirinê, ya kombûn û rêxistinbûnê dewam kiriye û gotiye ku “Weke raporan jî diyar kirine rewşeke metirsîdar heye li pêşberî me.”

Usterciyî her weha destnîşan kir ku di vê mehê de jî azadiya kombûna aştiyane bi awayekî cidî û giran hatiye binpêkirin û ev maf di Destûra Bingehîn de hatiye misogerkirin.

Hêzên emniyetê tundkarî kirine

Usterciyî bi van gotinan behsa naveroka raporê kir:

“Di meha Tîrmehê de jin û LGBTI+ di serî de derdorên ku biryara betalkirina Peymana Stenbolê ya Tirkiyeyê protesto kirine, hêzên emniyetê midaxele li wan kiriye. Her weha midaxele li wan protestoyan jî kirine ku li dijî biryara Serokomarî ya tayînkirina rektorê Zanîngeha Bogaziçiyê pêk hatibû.

“Karkerên madenê yên ji bo mafên xwe yên tazmînatê dixwestin bimeşin Enqereyê, kesên êrîşên nîjadperest protesto kirin, kesên ji bo biryara Dadgeha Destûrî ya derbarê Omer Farûk Gergerlîoglû, Parlamenterê HDPyê yê Kocaeliyê de pêk were û Gergerlîoglû serbest bibe li ber girtîgehê nobeta edelatê girtin, gundiyên ku ji ber Şîrketa Belavkirine Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) trafoyên wan ên elektrîkê biribûn, çalakiyên protestoyî li dar xistin, karkerên ku ji ber endamên sendîkayan bûn û ji kar hatin derxistin, rastî midaxele û tundkariya hêzên emniyetê hatin.

“Niha ez dipirsim, di demokrasiyekê de ger welatî nikaribin azadiya xwe ya kombûnê bikar bînin, gelo wê çawa bikaribin kesên biryaran didin rexne bikin û li dijî wan biryaran derkevin?

“Di encama midaxeleyên bi vî awayî de meha Tîrmehê gelek kes hatin desteserkirin. Bi tenê di navbera 18 û 20ê Tîrmeha 2021an de ji kesên ku xwestin di 6emîn salvegera qetlîama Pirsûsê de li bajarên cida cida çalakiyên protestoyî li dar bixin û daxwaza edaletê bikin 5 jê zarok 114 kes bi îşkenceyan hatin desteserkirin. 3 jê rojnameger 6 kes birîndar bûn.”

Qedexeya li Wanê hezar û 716 roj in dewam dike

Usterciyî astengkirina malperên nûçeyan û hesabên medyaya civakî bi biryara dadgehan jî weke binpêkirina azadiya xweîfadekirinê û azadiya medyayê nirxand. Her weha di dawiyê de wî behsa biryara qedexeyên çalakî û bernameyan kir ku walî û qaymeqam van biryaran didin:

“Li Colemêrg, Wan, Aydin, Mûş, Sêrt û Dêrsimê walîtiyan hemû çalakî ji bo 6 rojan heta ji bo 30 rojan qedexe kirin. Bi vî awayî li Colemêrgê qedexeya çalakiyan a ku ji 5ê Hezîrana 2020an û vir ve dewam dike, ketiye roja xwe ya 435an û li Wanê jî ya ku ji 21ê Çiriya Paşiyê ya 2016an û vir ve dewam dike, ketiye roja xwe ya hezar û 716an.” 

Çavkanî: Bianet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin