Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Axatî û serokeşîrtiyê çi dane me û partiyên me çi didin me?

A+A-

Bûbê Eser

Li gor min sedema ku kurd nabin yek ev in:

Zemanê berê di dema axa û eşîran de, ew dibûn sedem ku kurd nebin yek. Ji ber ku her yek bi serê xwe yek bûn. Li hember zilma li brayê wî dihat kirinê bê deng bûn, heta ku dema wan jî dihat, êdî bê taqat diman.

Di dema me ya niha û modern de, vê rengê xwe guhert û bû bi awayekî modern, lê di asasê xwe de ferqa berê û niha zêde ji hev tune ye. Tenê li gor demê xwe guherîne.

Piştî tevger li bakurê kurdistanê geş bû, hema bêjin her kesekî xwe zana, jîr û ji herkesan bîrewirtir didît, li gor wê zanebûna xwe û têgihiştina xwe partiyek an rêxistineke ava kir. Ew bû axayê wê rêxistinê û endam jî kir weke gundiyan an bi zimanê niha mirîd.

Weke çawa di zemanê berê de axayên kurdan li hev nedikirin û her yekî dixwest ji yên din bi qawatir be, kar û xebatên xwe li ser vî asasî dimeşandin.

Dema dagirkeran êrîş dibir ser brayê wî ango axayekî din, yên din hemî bê deng dibûn û bawerî dianîn ku bi rakirina eşîrekê an axayekê wê cih bêtir li wan vebe.

Vê helwesta çewt. kir ku axayên kurd nebin yek û nebûn. Çi demê axa, şêx an serokeşîrekî kurd yên welatparêz li hember zilma dijmin radibûn, dîsa yên din bê deng diman heta ku dagirkeran ew serîhildana bi zilmeke mezin têk dibirin.

Têkçûna wê tevgera ji bona azadî û parastina kurdistanê, taliya talî dibû têkçûna yên din jî. Ji ber ku ji tirs û xofa qirkirin û wêrankirinê gelek ji wan dibûn zilamê dewletê. Loma jî heta niha yekîtiyek me kurdan pêk nehatiye, ji ber ku ew şop hê didome.

Tenê li başûrê Kurdistanê û Barzaniyan yekîtiya eşîretên kurd pêk anîn. Heyşt eşîr anîna ba hev. ji bona li hember dagirkerên Irakê şerê azadiya xwe bidin û dan. Navê wan bû Barzanî ji ber ku ev li devera Barzan pêk hatibû û navê xwe ji wir girtin.

Dîsa bi rêvebiriya Barzaniyan û bi taybetî ya nemir Îdrîs Barzanî li başûrê kurdistanê eniya niştimanî hata damezrandin. Bi saya yekîtiya eşîr û partiyên başûrê kurdistanê îro em li wir xwedî dewleta xwe ne.

Li bakurê Kurdistanê jî, piştî salên 1960î hin kesan ji bona xwe partî avakirin û bûne serokê wê an jî axayê wê û ji xwe re gotin em kurdistanîne. Her serokê partiyekê jî êdî bû axayê partiya xwe. Li gor min dema eşîretiyê û axatiyê cihê xwe ji partiyan re hiştibû.

Ji ber ku axa an serokeşîr heta dimirin ew serokê gundê xwe an eşîra xwe bûn. Niha jî serokê partiyên me jî heta ew hebin ew serok in. Loma li gor min tu ferq ji bilî modernbûnê, di nava wan de tune ye.

Ji ber ku partiyên heyî jî, weke dema axatî û eşîretiyê hevdu qebûl nekirin û nakin, her yek ji bona xwe bêtir bi hêz bikin, xurt bikin kar û barê xwe tenê li ser vê rêyê didomandin û didomînin.

Di gelek waran de û di gelek bûyerên qirêj de hevdu kuştin, hevdu qebûl nekirin, li ser xeta neteweyî nebûn yek. Ji ber wan jî weke dema axatî û eşîretiyê, her partiyekê tenê ji bona xwe xurt û bi hêz bike kar dikirin.

Lê hezar caran mixabin ku dema axatî an eşîretiyî, ji dema partiyên em yên niha baştir bû. Ji ber ku ew bi zimanê xwe diaxifîn û bi kurdiya xwe karê xwe dikirin. Lê partiyên me yên niha???

Ez bi xwe hê jî di wê baweriyê de me ku partiyên me yên ji xwe re dibêjin ”Em kurd û Kurdistanî ne” hê jî bi aqil û baweriyên axatî û eşîretiyê karê xwe dikin û her yek ji bona xurtkirina partiya xwe têdikoşin. (Ji bilî hin îstîsneyan)

Heger ne weha ba, gelo çima ji dema Ehmedê Xanî û heta roja îro gazî û hawara gelek rewşenbîran e ku divê kurd bibin yek, lê nabin.

Bi xwendin û nivîsandinê em hinekî modern bûn, lê wê modernbûnê ew aqil û mejiyê axatî û eşîretiyê ji serê me kurdan dernexist. Heger derxistiba îro rewşa bakurê Kurdistanê wê ne weha xerab û wêran ba. Rewşa bakurê kurdistanê li ber çavan e.

Niha her partiyek me bi çend kesan e û bêtir malbatî ne, nav li xwe kirine û bûne axayê xwe bibihurin bûne serokê partiya xwe. Her yek ji wan kar û xebatê dikin da ku xwe xurt yên din qels bikin.

Çima min ev nivîsî???

Gelo partî û rêxistinên ku niha hene, bi hejmara xwe ji bona bakurê kurdistanê ne luks in. Heger ne luks bin, çima di bin sîwaneke neteweyî de tevgereke xurt û neteweyî amade nakin. Nakin ji ber ku weke axa û serokêşîrên berê hevdu qebûl nakin.

Gotina min ev e: Heta serok û rêberên partiyên me xwe ji mejî û baweriya axatî û serokêşîrtiyê azad nekin wê nikaribin bibin yek.

Heta ku serok û rêberên me(!) berjewendiya partiya xwe di ser berjewendiya kurdistanê re bigirin wê nikaribin bibin yek. Heta endamên wan weke mirîdan tevbigerin wê nikarin bibin yek.

Ji ber vê, divê em lê bixebitin ku berê kurdên bakur bikin, neteweyî û piştre dem û dezgehên xwe damezrînin. Partî û tevgerên xwe bixuliqînin.

Heger partiyên me dixwazin ji bona gelê xwe kar û xebatê bikin, divê li gor berjewendiya wî tevbigerin. Heger ew bixwazin bi baweriyeke neteweyî, gavên berbi azadiyê de bavêjin, divê zûtirîn demê yekîtiyeke neteweyî ava bikin.

Heger weha nekin li gor min hemî partî û tevgerên niha hene, dibin astend da ku bakurê kurdistanê azad nebe. Lê divê em hin îstîsneyan li ber çavan bigirin.

Welatek bi rêberiya partiyên xwedî mirîd ku hejmara wan bi qasî tiliyên destan e, azad nabe. Welateke bi partiyên qels ku weke eşîrekê jî nabin azad nabe.

Heger derdê partî, rêxistin û tevgerên bakurê kurdistanê ji bona azadiya welêt be, divê rojekê berî rojekê xwe di bin sîwaneke neteweyî de bikin yek, da ku bikaribin li hember dagirkerên xwe bibin xwedî hêz, qawet û gotin.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar