Axaftina Serokê  PDK-B Sertac Bucak

Axaftina Serokê PDK-B Sertac Bucak

"Rojavayî tu caran piştgirî nadin ku hin rêxistin li hemberî Tirkiyeyê şerê çekdarî bimeşînin"

A+A-

Axaftina Serokê  PDK-Bakur Sertac Bucak di konferansa  4.09.2016 a Amedê de

"Rojavayî tu caran piştgirî nadin ku hin rêxistin li hemberî Tirkiyeyê şerê çekdarî bimeşînin"

Mevanên ezîz,

Ez we hemîyan bi navê PDK-Bakur bi rêzdarî silav dikim. Ez ê di gotara xwe de  

 tenê li ser pirsa aştî û Bakurê Kurdistanê bipeyivim.

  • Piştî damezrandina Komara Tirkiyeyê miletê kurd gelek caran li hemberî dewleta tirk dest bi şerê çekdarî kir. Sedema vê yekê jî ew bû ku tu riyeke din ji bo standina mafên neteweyî û demokratîk tunebû.
    • Qonaxa yekemîn ji sala 1925 – 1938 e. (Piştî serhildanên milî yên wê demê bêdengiyeke siyasî li Bakurê Kurdistanê çêbû)
    • Piştî Şoreşa Îlonê li Başûrê Kurdistanê, partsyên mîlî weke Partî Demokratî Kurdistana Tirkiye hate damezrandin. Piştî derbeya leşkerî ya 12’ê Adarê gelek partî û tevgerên kurdî li ser ideolojîya sosyalizmê tê avakirin. Piştî 12’ê Îlonê piraniya wan partiyên çep nekarîn hebûna xwe biparêzin.

 

  • Ji 15’ê tebaxa 1984’an û vir ve bi pêşengiya PKK’ê li Bakurê Kurdistanê şerekî çekdarî dest pê kir û ev şer hê jî didome.

 

  • Encama vî şerê biraderên me yên PKK’ê çi ne?
    • Ji 3 hezarî zêdetir gund li welatê me bi destê dewletê hatin şewitandin.
    • Nêzî 3 milyon mirovên me neçar man ku ji welatê xwe derkevin û berê xwe dan metropolên Tirkiyeyê û welatên Ewropayê.
    • Li welatê me 17 hezar sivîl hatin kuştin. (kuştinên kiryar nediyar)
    • Bi hezaran kurd di binçavan de ji aliyê dewletê ve hatin wendakirin.
    • Bi dehan hezar kurd rastê îşkence, lêdan û pêkanînên derveyî mirovahiyê hatin. Bi dehan hezar kurd jî hatin zindankirin.
    • Hê jî  bi hezaran kurd li surgunê (nefî) ne, li welatên Ewropayê ne û nikarin vegerin welatê xwe.
  • Encamên şerê xendekan çi bû?
    • Bajarên weke Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Silopî, Hezex (İdil) û hwd. hatin hilweşandin
    • “Li gor çavkanîyên leşkerî ji 22’ê tîrmeha 2015’an heta 12’ê gulana 2016’an 4 hezar 571 şervanên PKK’ê hatine kuştin û 695 şervan jî birîndar bûne. Her wiha 716 kes hatine girtin.
      Di dema şerê xendekan de ji hêzên ewlekariyê jî (leşker û polîs) 450 kes hatine kuştin. Li gorî amarên THÎV’ê ji 250’î zedetir sivîl di vî şerî de jiyana xwe ji dest dane. Ev hejmar her diçe zêdetir dibe.
    • Jiyana aborî, civakî, çandî: Bi giştî jiyan li Kurdistanê nema. 
  • Encama vê siyaseta şer û pevçûnan çi ye?:
    • Welatê kurdan careke din hate hilweşandin.
      • Dîsa Kurdistanî bûn qurbaniyên vî şerî. Ji bo çi?
      • Ji bo meleyên Îranê?
      • Ji bo çepen marjînal ên ku li kolanên Cihangîr û Stenbolê kêf dikin.
      • Nayê qebûlkirin ku keç û xortên canfeda yên kurd ji bo şerekî bê encam bêne kuştin. Heyf… Hezar heyf ji bo ciwanên me.

 

  • Mînakên Başûrê Kurdistanê:
    • Di sala 1962’an de “Şoreşa Îlonê” dest pê kir û 11’ê adara 1971’an de Peymana “Otonomî” di navbera Şoreşa Kurd û hikûmeta Iraqê de pêk hat. Wê deme kurdan nefesek girt. Parlamentoya Kurdistanê û wezîrên Kurdistanê çêbûn. Bi zimanê kurdî perwerdehiyê dest pê kir. Di makezagona Iraqê de digot “Iraq ji du mîletên aslî pêk te: Erab û Kurd”

 

  • Mîletê Kurd bi dirûşma “Muxtariyek ji bo Kurdistan, Demokrasî ji bo Iraqê” derbasî qonaxa dewleteke federal bû. (1992) û îro jî ji sedî 82 daxwaza dewletekî serbixwe dikin.

 

    • Tirkiye ne Îran e, ne Sûrîye ye û ne jî Iraq e. Tirkiye endama NATO’yê ye. Her çiqas problemên dewletên Rojavayî li gel Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan hebin jî dawîya dawî ew ê piştgiriya Tirkiyeyê bikin û dikin jî. (Buyerên dawî/Deklerasyona DYA hwd). Tirkiye berendama Yekitiya Ewropayê ye. Rast an jî derew xwe weke perçeyekî ji welatên Rojavayî dihesibîne. Ji ber vê yekê welatên Rojavayî tu caran piştgirî nadin ku hin rêxistin li hemberî Tirkiyeyê şerê çekdarî bimeşînin.

 

  • Heta îro dewletên dagirker ku dijminê miletê me ne, kurdan weke dost nabînin. Mînak Îran… Li Rojhilatê welatê me gelê me di bin zordariya rejîma Îranê de ji hemû maf û azadiyên xwe yên siyasî û neteweyî bêpar e. Dewlet û rejîma teokratîk ya meleyan riyên xebata aşitîyane û sivîl li ber xelkê me girtiye. Li welatekî ku ciwan bi tohmeteke basît bi cezayê dardekirinê werin cezakirin û sêdarkirina wan bi daliqandina vîncan li pêş çavên xelkê wek teşhîr were cîbicîkirin, li wî welatî kes nikare bahsa edaletê, mirovayetiyê û medeniyetê bike. Rejimek ku kuştina muxalifên xwe wek seremoniyeke teşhîrê bi kar bîne, nikare bigihije asta peymanên mafên mirovan. Li Iranê kes nikare bahsa rêzgirtina li mafên mirovan û mafê gelê bindest bike. Kurd, Belucî, Azerî, Turkmen, Ereb jî ji mafên bingehîn bêpar in. Sîyaseta Îranê li hemberî serxwebûna Başûrê Kurdistanê jî diyar e.

 

Sûriyê heta îro berpirsyarê rewşa kurdan a niha ye.

Encam: Dewletên ku ji demokrasî û azadiyê bêpar bin û dîktator in, nikarin ji bo kurdan pêşveçûneke erênî çêbikin.

 

Ji bo vê yekê divê kurd û Kurdistanî li Bakur di çarçoveya demokrasiyê de ji dewletê bixwazin ku prensîbên bilind ên hiqûqê bi cih bîne û mafên mirovan, kêmnetewan biparêze û bazareke piyaseya azad derxe pêş.

 

  • Pêwîst e kurd li gorî prensîbên navneteweyî û demokrasiya Rojavayî tevbigerin û vê rêbazê ji xwe re weke hîmê têkoşîna azadiyê bi kar bînin.

 

  • Baweriya me bi pirdengî û rengîniya (pluralîzma) civakî û siyasî heye. Maf û azadiya xweîfadekirinê û baweriyên cuda, ji bo jiyana demokratîk, bi aram û aştiyane hewcedariyeke mezin e. Ji bo pêşveçûnên civakî, siyasî û aborî pêdivî bi vê hewcedariyê heye.

 

  • Em di xebata siyasî de bikaranîna tundiyê weke navgîneke siyasî napejirînin. Ji bo normalîzebûna siyasetê, pêwîst e siyaset ji zordestiyê bê parastin. PDK-Bakur, di xebat û xizmeta siyasî de bikaranîna zordestiyê bi temamî red dike û bi tu awayî qebûl nake. Têkoşîna sivîl, demokratîk û aştîyane derfeta ramanên ku pêdiviya gelê me pê heye, peyda dike.

                           

  • Piştî 34 salan şerê çekdarî yê PKK’ê heta niha tu encameke berbiçav derneketiye. Kurdên Bakur êdî ji şerê çekdarî westiyane. Di ser vî şerî re 34 sal derbas bûn lê hê jî hebûna kurdan di fermiyetê de nehatiye qebûlkirin.

 

  • Dîroka kurdên Bakur dide nîşan ku ji sala 1923’an ve siyaseta tundiyê ya dewletê pirsgirêka kurd û Kurdistanê çareser nekiriye. Li hemberî vê yekê ne rabûna milî ya kurdan û ne jî şerê çekdarî yê PKK’ê heta niha encameke berbiçav bi xwe re neaniye. Dawiya hemû şer û pevçûnan em hemû baş dizanin ku aştî ye, diyalog e. Ji ber vê yekê pêwîst e PKK demildest dev ji rêbaza xwe ya tundiyê berde û çalakiyên xwe yên tundrew bide rawestandin. Her wiha divê bê şert û şirûd agirbestekî bê dem îlan bike.

 

  • Hikûmet jî pewîst e bersivekî erênî bide agirbesta PKK’ê. Pewîst e sedemên hebûna pirsgirêka kurd ji holê rabe. Lewre sedema vê siyasetê polîtîkaya dewletê ye.

 

  • Wisa xuya dike ku niyeta herdu aliyan jî tune ye ku çekan rawestînin. Lê em baş dizanin ku sibê dê herdû alî jî mecbûr bimînin ku bi hev re rûnên, riya diyalogê tercîh bikin û şer rawestînin. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd muxatab gelê kurd û Kurdistanê, rêxistin û hemû partiyên Kurdistanî ne.
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin