"Avesta" şewitandin

"Avesta" şewitandin

“Avesta" şewitandin

A+A-

Depoya Weşanên Avestayê ya li Diyarbekirê li navçeya Sûrê di 10ê Hezîranê saet 22.00an de ji aliyê hin kesên nasnameya wan ne diyar ve bi molotofan hat şewitandin û gelek pirtûk zirar dîtin.

Edîtorê Weşanên Avestayê Abdullah Keskin li ser vê yekê ji BasNûçeyê re axivîye û gotîye ku; ew nizanin ka kê kiriye lê eşkere kirîye ku gef li wan dihat xwarin û ev yek di mailên wan de hene . Herweha ew diyar kirîye ku ji çar aliyan camên depoyê şikandine û molotof avêtine hindurê depoyê ku li ser caman wêneyên bergên kitêban hebûn.

Tevgera Ciwanên Kurdistanê bi daxûyanîyekê êrişa li ser Weşanxanxaneya Avestayê rûreş kir. Tevger dîyar dike ku,  “Kî dibe bila bibe, kesên ku êrişî weşanxaneyekê ku bi berhemên xwe xizmetî miletê kurd dike ew dijminê miletê kurd e”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin