Avesta bi Kurdî hat çapkirin

Avesta bi Kurdî hat çapkirin

.

A+A-

 “Avesta Nivîsên Olî yên Ariyan ên Herî Kevnar” ku Celîl Dustxah bi farisî amade kiribû, bi wergera Tahir Agûr bi kurdî derket.

“Avesta Nivîsên Olî yên Ariyan ên Herî Kevnar” a Celîl Dustxah wek du cild bi farisî amade kiribû û yek ji edisyonên baş tê zanîn, bi wergera Tahir Agûr bi kurdî ji Weşanxeya Avestayê derket.

Avesta, kitêba Zerdeşt û komberhema herî kevnar a gelê arî ya olî ye ku li gor hin çavkaniyan di destpêkê de ji bîst û yek neskan (beşan) pêk hatiye ku bi derbasbûna demê re û ji ber sedemên cuda, gelek beşên wê winda bûne û niha tenê ji şeş beşên bi navên Gehan, Yesne, Yeşt, Vendîdad, Vîspired û Kurte Avestayê pêk tê ku ji her yekê re defterek tê gotin.

Peyva “Avesta”yê ku di berhemê bi xwe de derbas nebûye, ji pêşgira navdêrsaz a “A” û lêkera “Vîste” bi wateya naskirin, zanîn, peydakirin û peydabûnê (ku li gel peyva “Veda” (Vîd) pirtûka hindiyan a olî hevreh e) pêk tê. Bi giştî “Avesta” weke “agahîname”  yan "zanînname" tê zanîn.

Girîngiya Avestayê ji bo gelên arî û bi taybet kurdan ev e ku gelek bawerî, mîtolojî û çanda bav û kalên wan ên bi hezaran salan berî niha radixe ber çavan.

Xebatên ku berî vê berhemê bi farisî û kurdî hatine kirin belawela ne û hemû beşên Avestayê bi hev re nehatine çapkirin, lê di vê xebatê de hemû beş (şeş defter) bi hev re hatine û her wiha di beşa pêşgotinê de bi awayekî berfireh û birêkûpêk agahiyên baş der heqê Avesta, Zerdeşt, taybetmendî û mijarên beşan û hwd hatine dayîn ku çarçoveyeke baş li bara mezdaperestiyê di mêjiyê lêkolîner û xwendevanan de çêdike. Dîsa di dawiya berhemê de ferhengek li bara peyv û biwêjên Avestayê hatiye nivîsandin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin