Avakirina komîteya destûra Sûriyê rojeva cîhanê ye

Avakirina komîteya destûra Sûriyê rojeva cîhanê ye

Pirsa damezrandina Komîteya Destûra Sûriyê û dariştina wê, bûye mijara sereke li ser asata navdewletî, di nav aliyên girêdayî pirsa Sûriyê de, ku her aliyek bi awayekî li vê mijarê dinêre û nerînên xwe nîşan didin.

A+A-

Di çarçoveya civîna Encûmena Asayişê ya Navdewletî de, li New Yorkê, hejmarekê ji dewletên Rojava daxwaz ji şandiyê navdewletî ji bo Sûriyê Staffan de Mistura kir, ku di dema 2 heftiyan de damezrandina Komîteya Destûra Sûriyê yekalî bike. Ev daxwaz piştî wê yekê hat, ku De Mistura helwesta hikûmeta Sûriyê ji Encûmena Asayişê re ragihand ku ew hikûmet damezrandina Komîteya Destûrê û rola Neteweyên Yekbûyî red dike.

 

Roja Çarşemê de Mistura serdana Şamê kiribû û wezîrê derve yê Sûriyê red kiribû ku rolekê bidin Neteweyên Yekbûyî ji bo destnîşankirina aliyê ku divê lîsteya sêyem ji kandîdên Komîteya Destûrê diyar bike û hilbijêre. Ew lîste wê li kêleka lîsteya her yekê ji hikûmetê û opozisyonê be, ji bo hilbijartina endamên sereke di wê komîteyê de, ku heta niha yekalî nebûye.

 

Di nav lîteya kandîdên opozisyonê de jî 2 nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurdî ENKS hene. Rêveberiya Xweser jî ragihandiye ku şandiyê Amerîkayê ji bo Sûriyê James Jeffrey, di serdana xwe ya ji bo Minbic, Eyn Îsa û Reqayê de, tekez kir ku ew kar dikin ji bo berşdarîkirina Rêveberiya Xweser û Encûmena Sûriyeya Demokratîk MSDê, di danûstandinên Cenvêvê û dariştina destûra nû ya Sûriyê de.

 

Ji bo vê mijarê, roja Şemiyê, her çar aliyên beşdar di lûtkeya Istanbulê de (Tirkiye, Rûsya, Fransa û Almanya), di daxuyaniya encamnameya lûtkeyê de, daxwaz kir ku berî dawiya vê salê, pêwîst e Komîteya Destûrê bê damezrandin û têkeve kar.

 

Daxwaza her çar welatên navbûrî ew bû ku Komîteya Destûra Sûriyê, di zûtirîn dem de, bê damezrandin.

 

Serokê Rûsya, Vladimir Putin jî tekezî li ser girîngiya destpêkirina karê wê komîteyê kir û nîşan bi wê yekê jî da ku Mosko wê di vî warî de, xwedî roleke kara û çalak be.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin