Av li ser Hesekê hatîye qutkirin

Av li ser Hesekê hatîye qutkirin

Rêveberîya Avê li Hesekê ragihand, ew 4 roj in grûpên çekdar ên ser bi Tirkîyê ve careke din ava wêstgeha Elok qut kirine û niha pirsgirêka kêmbûna avê li bajarê Hesekê mezintir bûye.

A+A-

Li gorî nûçeya Rûdawê qutkirina ava wêstgeha Elok bo xezana taxa Ezîzîye dê bibe sedem ku av li ser hemû bajar qut bibe.

Rêveberîya Avê amaje bi wê yekê jî kirîye ku sedemên qutkirina avê ji alîyê Tirkîyê ve heya niha ne dîyar in û dîyar kirîye, ku hêzên Tirkîyê û grûpên çedar rê nadin tîmên teknîkî bigihin wêstgeha Elok.

Hevserokê Sazîya Avê li Heseke, Nîzal Mehmûd jî ji Rûdawê re ragihand,  50 bîrên avê li navçeya Hime hatine kolandin ku 80% karkirina li wan bîran temam bûye û di demeke gelekî nêzîk de dê bikevin xizmetê.

Nîzal Mehmûd got, berê wan pirsgirêkên teknîkî û nebûna alavan hebûn, lê niha alavên pêwîst gihîştine destê wan û di demeke nêzîk de ew dê ava pêwîst ji bo xelkê Hesekê dabîn bikin.

Hevserokê Sazîya Avê li Heseke destnîşan kir, bi awayekî demkî û heta ew bîrên nû bikevin kar, ew ji Til Berakê avê tînin û bê pere li ser xelkê dabeş dikin.

Wêstgeha Elok dikeve 10 kîlometrîya rojhilatê bajarê Serê Kanîyê û ji 30 bîrên avê pêk tê, ku çavkanîya sereke ya ava Heseke û derdora wê ye.

Ji Cotmeha 2019 ve ku bajarê Serê Kanîyê ketîye bin kontrola artêşa Tirkîyê û komên çekdar ên girêdayî wî welatî, gelek caran ava wêstgeha Elok li ser bajarê Hesekê û gund û bajarokên derdorê yên di jêr desthilata Rêveberîya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê de hatîye qutkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin