Atina: Careke din em ê helwesteke aştiyane nîşanê Tirkiyeyê nedin

Atina: Careke din em ê helwesteke aştiyane nîşanê Tirkiyeyê nedin

Wezîrê Karên Derve yê Yunansitanê Nikos Kocyas, li ser lihevqelibîna botên Tirk û Yunan yên li perava Imiayê got, "Xeta sor derbas kir." Him Kocyas him jî berdevkê hikûmetê got, di bûyereke din ya wisa aliyê Yunanistanê dê helwesteke aştiyane nîşan nede.

A+A-

Wezîrê Karên Derve yê Yunanistanê Nikos Kocyas di gotûbêja xwe ya ji bo Alfa TVyê de behsa lihevqelibîna botên Yunan û Tirk yên li perava Imiayê kir.

Kocyas anî ziman ku ev xeta sor ya Yunanistanê ye û got, heta ji hinek aliyan ve ew xeta sor derbas kiriye. Kocyas derbirî ku ger careke din tiştekî wisa dubare bike aliye yunanî dê helwesteke aştiyane nîşan nede.

‘EM Ê BI HEMAN AWAYÎ BERSIVÊ BIDIN TIRKIYEYÊ'

Piştî wezîr Berdevkê Hikûmeta Yunanistanê Dmitris Canakopulos jî anî ziman ku ew bi heman awayî bersivê bidinê. Berdevkê hikûmetê di acaftina xwe ya ji bo Sky TVyê de got, "Ger êrîşeke din ya aliyê tirk li dijî peravên yunanî pêk were, dê bersiva vê were dayîn û ji bo me rêyeke din tune ye."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin