Ata û Sak li cem hev hatin veşartin

Ata û Sak li cem hev hatin veşartin

.

A+A-

Zarokên bi navê Yûsûf Atay û Caner Sak  gava sewalên  xwe diçêrandin pêl mayinê kiribûn û jiyana xwe ji dest dabûn, li cem hev hatin veşartin. 
 
Li mezreya Yekmal a navçeya Qilebanê ya Şirnexê zarokê bi navê Yûsûf Ata yê 14 salî û Caner Sak ê 16 salî duh dema ku sewalên xwe diçêrandin pêl mayinê kiribûn û jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê Ata û Sak ji bo rapora otopsiyê rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Piştî otopsiya wan bi dawî bû malbatan cenazeyên zarokên xwe wergirtin û bi tevlîbûna bi dehan welatiyan,  Ata û Sak li mezraya Yekmal li cem hev veşartin.  
 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin