Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Astengên Pêşîya Serxwebûna Kurdistan!

A+A-

Di dema bi destê PKK derxistina alozîyên Şingal/Xanîsorê deştpê kir, berdevka TEV-DEM Hanîfe Huseyin li ser hebûn û provakasyonên Şingal/Xanîsorê daxuyanîyek da. Ev daxuyanî karesat û wekaleta PKK a şer di herêmê de eşkere dikir. Ev gotinên berdevka TEV-DEM ê, dîrekt daxuyanîya Qandîl e.

Hanîfe Huseyin di vê daxuyanîya xwe de çi gotîye û çi mesajê dide raya giştî?

„Serokê Herêma Kurdistan Mesut Barzanî dixwaze Kantona Cizîr bi ser Başûrê Kurdistan ve girêde û dewletek kurd, kurdistan îlan bike. Em iznê nadin ku Barzanî dewleta kurd ava bike. Ev jî sebebên tevlihevîya ne"(!)

Di virde berdevka TEV-DEM Hanife Huseyin, eşkere, bi zimanekî zelal dibêje „em bi koalisyona dijraberî avakirina dewletek Kurd di herêmê de tevdigerin û em li henber dewletbûna Kurdan xwedî helwestin"(!)

Ev helwest, helwestek stratejîk e û ji Qendîl têd meşandin. Piştgirê vê konseptê jî dilnexwaz, dijmin û dagirkerên Kurdistan in.

Di destpêka şerê navxwe yê Sûrîye de derfetek derket pêşberî kurdan ku di astek netewî, di programek netewî de, bi hev re kar bikin û xwedî li herêma xwe derkevin. Di vî warî de hewldanên ku bi alîkarî û piştgirîya Hevlêr hatin meşandin, bi destê TEV-DEMê hatin sebote kirin. Helbet li pişt sebotekirina vê projê hinek hêzên herêmê hebûn.

Piştî ku ji hevlêr vegerîyan Başûrê Rojavayê Kurdistan, hin hibra ser kaxiza lihevhatinê zûha nebibû, PYD-TEV-DEM û PKK berê xwe dan Şamê û bi îstîhbarat a BAAS re lihevhatin lidar xistin. Li gor vê lihevhatinê Surîye parastina herêmê teslîmî YPG kir û hêzên leşkerî kişand deverên din. Lê hêza dewletê a emnî û medenî ma li herêmê. Surîye bi vê lihevhatina bi PKK re a li Şamê pêşî li siyasetek Kurd, netewî û kurdistanî girt.

Di vir de hêza din a ku eşkere meramên xwe anîh cîh, dewleta tirk bû. Ji ber ku siyaseta dewleta Tirk li ser bingeha dijminatîya kurdan hatîye avakirin, di vê helwestê de jî dihat eşkere kirin:

"Ew tiştê li Bakurê Iraqê rû da, em nahêlin li Sûrîyê rû bide."

Kurd ji bona ku dewletek serbixwe avabikin û muhtacî dijminên xwe nebin, ji wan re xeta Başûrê Rojavayê Kurdistan pir girîng e. Gavek stratejîk a avakirina dewleta Kurd bi xwe ye. Ku Başûr û rojava bibe yek û dirêjî Derya Spî bibe. Têkilî û divêtîya tirkan, farisan, ereban û bandora wan zeîf dike. Başûrê Kurdistan nefesek kûr distîne, Tirkîye li ser 1700 KM. Dibe sînordaşê dewleta Kurdan. Yan jî ji terefê Kurdên azad ve têt dorpêç kirin. Wê Kurd bi vî haweyî bandorek mezin li ser Tirkan bidest bixin!

Ya ku gotina berdevka TEV-DEM û dewleta tirkan tîne cem hev û bi yek devî dibin yek, girîngîya herêmê a stratejîk e ji bona avakirina dewletek xurt a Kurdistan e.

Şerên nav bajarên Bakurê Kurdistan û helwesta PKK a „şerxwaz"; xizmetê ji têkbirina vê stratejîya kurdan û gavên dewletbûnê re dikir! Hilweşandina bajar û bajarokên Bakurê Kurdistan yên bi bingeh kurdperwer, ev bi xwe bû. Ji ber ku paqijkirina van herêmên ku bi Başûrê Rojava û Başîrê Kurdistan, ji bingeha kurdperwerî, ji tirkan re pir girîng bû. Di vê armancê de PKK bi wateyekî xerab hat bikar anîn.

Di van çend salên dawî de, hin hewldanên PKK û hin jî hebûna wê a li Başûrê Rojavayê Kurdistan, di mebesta pêşîlêgirtina avakirina pergalên netewî de ye û ti mebestek tune ye ku ew li Rojavayê Kurdistan pergaleke neteweyî, an jî Kurdistanî ava bikin. Tenê Rojava wek kobay ji bona wê îdeolojîya seqet û partîzanî têt bikar anîn. Pêşeroja wê tine ye. Ketîye warekî hilgirtina şerê wekaletî di herêmê de. Bi destê dijminên kurdan, li ser asta pêşîlêgirtina bidestxistinên Başûrê Kurdistan û dewletek kurdistanî têt xwedî kirin û pirçekkirin!

Sebeba ku îro hinek hêzên di nav rêxistinên PKK yên legal û îlegalde li henber perçebûna Sûrîye û İraq helwestê digirin jî yek ji vê ye. Naxwazin ku axa van herdû dewletan perçe bibe, çimkû wê Ji başûr û Rojavayê Kurdistan dewletek xurt û xwedî bandor a Kurdan derkeve. Ev jî di herêmê de pişta siyaseta tirkan dijkîne. Heta ku ji tirkîye tê, van hêzên xwe yên nav PKK ji bona vê armancê bikar tîne. Dixe dewrê û helwesta hêzên serxwebûnxwazî di nav PKK de jî zeîf dike. Li ser siyaseta Bakurê Kurdistan bandora xwe zêde dike.

Têsîra van grûbên dijraberî avakirina dewleta Kurd li ser PYD û YPG jî mezin e. Ji ber vê bandorê, PYD rê li muhalefeta Kurd a rojavayê Kurdistan digire û nahêlin ku ew jî li ser siyaseta Rojavayê Kurdistan bibin xwedî bandor. Siyaseta PYD Ji helwesta Kurd û Kurdistanî dûr e. Di eslê xwe de ev siyaset ji naveroka Kurdistanî dûr e û di herêmê de helwesta Kurdan zeîf dike û li henber armanca dewletbûnê astengan derdixe.

Ji bona Rusiya û Sûrîye jî ev herêm girîng e. Li angora îhtîmal a perçebûna Sûrîye; ku bibe 3 perçan, ji perçan yek jî avakirina dewletek Alewî ye. Rusîya dixwaze ku ev herêm jî bicarekê de (hin qiraxên Derya Spî û hin jî rojavayê Çemê Firat) di bin bandora Dewleta Alewî de bimîn e. Cîhê ku stratejiya USA û Rusîya têt henber hev jî, ev bi xwe ye. Yanî, di vir de berjewendîyên Rusan û USA tên henber hev. Lê di vir de îhtîmala ku Rusîya û USA lihev bikin, ji ya ku Tirk di stratejîya dijîtiya Kurdan de qezenc bike zêdetir e. Ev jî dibe sebebê ku di vê herêmê de her ku Kurd gavek bipêş de davêjin, Tirk ji dost û hevalbendên xwe yên stratejîk bidûr dikevin.

Heger ji bona pêşerojê Kurd di helwestek Kurdistanî de, li gor berjewendîyên kurdan stratejîyek netewî û helwestek kurdistanî bigirin, wê bidestxistinên wan pir bibin û di bandora sîyasî de jî wê cîhekî sereke di herêmê de  bigirin. Ev jî li Rojavayê Kurdistan, bicarekê de, bi helwesta PKK û PYD ve û li Başûrê Kurdistan jî bi YNK û Tevgera Goran ve girêdayî ye.

Divê berî hertiştî hêza PKK û PYD ji serwerîya dewleta Federal a Başûrê Kurdistan re hirmetkar bin. Hêzên xwe ji Başûrê kurdistan bikişînin. Divê bi hemû hêzên Kurd û Kurdistanî li ser vê stratejîyê bi hev re têkildar bin. Ti beşê Kurdistan ji bona berjewendîyên hizbî devê tivingê, riya zorê işaretî beşê din neke. Hurmetê bidin karên hev yên siyasî û herkes bibe hevparê bidestxistinên Kurd û Kurditanî. Xwe ji stratejiyek netewî û avakirina dewletek Kurd re amade bikin û mesajên hevpar bidin hêzên herêmê û yên navnetewî. Qezencên leşkerî, bikin qezencên siyasî û bandora bidestxistinên sîyasî bilind bikin. Destên xwe ji têkiliyên bi dijminan re bikişînin û li henber hev tawîzkar bin!

Destê dijmin zeîf û destên xwe xurt bikin.

 19.03.2017

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin