Aşdad, yekem kovara hiqûqê a bî kurdî wê dest bi weşanê bike

Aşdad, yekem kovara hiqûqê a bî kurdî wê dest bi weşanê bike

.

A+A-

 

Parêzer Elîf Bîrkîlî, Seroka Lijneya Zimanê Kurdî a Baroya Amedê got, Baro bi kelecan e ku yekem kovara hiqûqê ya bi kurdî di weşîne. Yekem hejmara kovarê wê di nava çend rojan de çap bibe. Baro hêvî dike ku kovar di qada hiqûqê de mayînde bibe.

Termînolojiya hiqûqê ji bo kurdî pêdivîyeke

Bîrkîliyê diyar kir ku xebatên me bi awayekî bi lez didome û weha got, "Fikra derxistina kovareke qanûnî di bingehê de ji ber hewcedariyekê pêk hat. Di hevdîtinên me yên asayî yên komîsyonê de hevalên endam yên komîsyonê pêşniyarek di vî alî de kirin. Weke ku tê zanîn, di warê hiqûqê de weşaneke bi kurdî ya perîodîk nîne."

Bîrkîliyê destnîşan kir ku pêkhatina termînolojîyek ji bo vê qadê pêdiviyeke û weha got:

"Me xwest ku em bi zimanê xwe di qadên xebat û pîşeyên xwe de berhem bihîne. Bi vî awayî wê  çavkaniyên hiqûqî ên kurdî dewlemend bibe. Ji bo kesî û komên ku bixwazin di vî warî de bixebitin, wê bibe rê û arşîvek girîng. Tê zanîn ku hiqûq her tim dîsîplîneke pêşkeftiye û vekiriye ji revîzasyonê re. Em dixwazin ku bi zimanê xwe şahidiya vê pêşketinê bikin û bi tomarkirinê bibin parçeyek ji wê pêşketinê. Armanca sereke û bingehîn ya kovarê ew e ku hebûna weşaneke peryodîk a kurdî di warê hiqûqê de bi peyitîne. Bi vî awayî termînolojiya hiqûqê a kurdî wê berfireh bibe û her çiqas berfireh bibe wê arşîva xwe pêkbîne."

Beşa Atolyeya Nivîsê jî heye

Bîrkîlîyê axavtina xwe weha domand, “Armanca me ew e ku tevahî têgehên têkildarî hiqûqêne bi zimanê xwe binirxîne û wan têgehan bi zimanê xwe nîqaş bikin û li gor wî berhem bîne.

Seroka Komîsyona Zimanê Kurdî Bîrkiliyê diyar kir ku ew li bende ne di hemû hejmarên kovarê de hevpeyvînên bi hiqûqnasan re cîh bigire. Her weha Bîrkîliyê da zanîn ku wê di kovarê de atolyayekî nivîsê jî hebe û weha pêde çû:

“Em weşaneke ku mijarên weke çavkaniyên hiqûqê yên pozîtîf yên têkildarî beşên cihêreng yên heyî, gift û goyên têkildarî hiqûqa xwezayî, têkiliya hiqûqê a bi dîsîplînê din re, termînolojiya hiqûqa navneteweyî, hebûna hiqûqê li sînema, wêje, mîtolojî û di hemû şaxên huner û zanistên civakî de li xwe digire, difikirin. Em hejmara yekem a kovarê weke destpêk li gorî van mijaran amade dikin. Her weha ji bo her hejmarê bernameya me ewe ku bi hiqûqnasekî ku di qada xwe de xebatên giranbuha kiriye re hevpeyvîn bike. Bi vê armanca me ewe ku pêşketinên hiqûqî û kedê bîne pêş çavan. Beşa atolyeya nivîsê jî heye ku ji bo endamên komîsyonê û hevpîşeyên me yên parêzer yên endamên Baroyê ye. Di vê beşê de armanc ewe ku bêyî sînorkirina mijarê qadekî serbeste û arasteyê hilberînê dike.

Yekem Dosye: Destpêka Hiqûqê ye

Bîrkîliyê diyar kir ku wê di kovarê de hemû mijarên derbarê hiqûqê de hebin û weha got, “Bêguman di her hejmarê de ev mijarana wê weke dosyayek were amadekirin û bi vî awayî wê weşaneke sistematik çêbibe.

Parêzer Bîrkîliyê derbarê naveroka kovarê de weha got:

“Kovar bi vê perspektîfê hatiye amadekirin û wê di 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê de çap bibe. Mijara hejmara yekem a kovarê wê Destpêka Hiqûqê be. Ji bo ku di vî warî de xebatek nûye, me xwest em bi rêbazekî plankirî û bi rêk û pêk bipêşkevin. Di hejmara yekemîn de him nivîsên endamên komîsyonê him jî nivîsên hevalên me yên hiqûqnas yên hêja yên li derveyî komîsyonê ku di warê hiqûqê de xebatên hêja bi Kurdî kirine hene. Her weha nivîsên kesên ku derbarê ziman de xebat kirine jî hene.”

Berhema xebateke kolektif e

Bîrkîliyê diyar kir ku wan di dema avakirina kovarê de piştgirî ji derve girtine û dibe ku ji piştgirîyê re jî dere wan vekirî be û weha anî ziman, “Di encamê de ev berhema xebateke kolektif e."

 Di çarçoveya mijara dosyayê de nivîsên ku di hejmara yekem a kovarê de cîh digirin ev in:

Çavkaniyên Hiqûqê (Parêzer Mehmet Nurullah Boztaş), Qayîdeyên Sazûmaniya Civakê (Parêzer Şêxo Fîlik), di Hiqûqê de Têgiha “Kes” û Kesên Hiqûqê(Parêzer Veysel Vesek), Mueyîdeyên Hiqûqî (Parêzer Cemîl Çelik), Têgiha “Maf”ê û Cûreyên wê (Parêzer Rênas Xendekî), Pergalên Hiqûqî (Parêzer Sezgîn Dînç), Sepana Qayîdeyên Hiqûqî Ji Aliyê Cîh, Dem û Mijarê ve (Parêzer Huseyîn Înal), Ji Aliyê Çawaniyê ve Cûreyên Rêzikên Hiqûqî û Şîrovekirina Wan(Prz. Ekrem Koçbaşı), Hiqûq Şax û Jêrşax (Prz. Sabîr Ebdulahîzad ) û Hezar Dadistan û Yek Aşdad( Brahîm Qijikareş).

Di Atolyeya Nivîsê de nivîsên Parêzer Gulşen Demîr û Parêzer Mem Arîn ku endamên baro û komîsyonê ne hene. Herweha hevpeyvînek ku bi Cîhan Aydin, Serokê Baroya Amedê ve hatibû kirin jî di nav nivîsên kovarê de ye. Di heman demê de di kovarê de  jînenîgariyek li ser jiyana Dr. Nurî Talabanî heye. 

Bîrkiliyê destnîşan kir ku wek hejmara yekem di hejmarên pêşerojê yên kovarê de jî dê mijareke dosyayê bê diyarkirin û bi wî awayî dê xebat bê kirin.. Di vê çarçoveyê de gelek mijarên weke Hiqûqa Taybet, Şaxên Hiqûqa Giştî yên weke Hiqûqa Cezê, Hiqûqa Sivîl, Rejîma Înfazê, Mafên Jinan di Hiqûqê de, Sîstema Edaletê ya Zarokan û hwd, dê were lêkolînkirin. Li gel vê mijara têkiliya hiqûqê bi dîsîplînên din re wê bi perspektîfeke berfireh bê nîqaşkirin û lêkolîn bên kirin.

Abdulselam Yıldırım/Bianet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin