Asayîşa YNKê binkeyeke PKKê dorpêç kir!

Asayîşa YNKê binkeyeke PKKê dorpêç kir!

Asayîşa YNKê binkeyê Tevgera Azadiya Komelgeha Kurdistanê ya ku ser bi PKKê ye dorpêç kir û berpirseka wê tevgerê jî ragehand ku ew dê berevaniyê li xwe bikin.

A+A-

Îro asayîşa YNKê li taxa Çarbaxê ya bajarê Silêmaniyê binkeye Tevgera Azadiya Komelgeha Kurdistanê dorpêç kir ku grubeke ser bi PKKê ye.

Di vê derbarê de cîgirê hevseroka Tevgera Azadiya Komelgeha Kurdistanê Tara Husên ragehand: "Hêzeke asayîşa YNKê binkeyê me dorpêç kir û daxwaz dikin ku di demeke herî zû de em binkeyê xwe betal bikin û vala bikin. Herwaha gef xwarin ku eger em binke vala nekin dê hêz bikarbînin."

Tara Husên got, wan ji hêzên asayîşê re gotine, ew binkeyê xwe vala nakin û ‘’çi dikin bila bikin’’. Herwaha derbarê bikaranîna hêz ji aliyê asayîşa YNKê ve jî Tara Husên ji BasNewsê re ragehand: "Em naxwazin ti rewşekî ku nayê xwestin pêk bê, hemû alîgirên me hatine nav binkeyê û em naxwazin ti tiştek derbikeve, lê em ê parastina xwe bikin.’’

Çend roj berî niha, ku cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê yê ser bi pişka YNKê Qubad Talabanî bi armanca razîkirina Tirkiyê biryara daxistina binkeyên rêxistinên ser bi PKKê daye.

 
 
 
 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin