Asayişa PYD serkirdeyekî PDK-S li Amûdê girt

Asayişa PYD serkirdeyekî PDK-S li Amûdê girt

Asayişa PYD serkirdeyekî PDK-S li Amûdê girt

A+A-

 

Asayişa bi ser rêveberiya PYD ve di27.06.2016ê li bajarê Amûdê Abdulkerîm Bavê Luqman, endamê buroya siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) girt.

Li gor Yekîtî Medîa, ev sekrkirdeyê PDK-S li nêzîkî goristana Şermola li Amûdê hate girtin, yekser piştî ku mangertina ENKS jibo bîranîna salvegera komkujiya sala 2013 li bajêr kutahî pêkhat.

Di 27.06.2013 hêzên PYD agirberdan mangirtineka aştiyane, ku xelkê Amûdê lidarxistbûn, jibo serbestberdana 3 çalakvanên bajêr ku ji aliyê asayişê ve hatibûn girtin. Di encama vê agirberdanê de, 6 kes hatbûin kuştin û 20 kes birîndar bibûn.

Abdulkerîm Bavê Luqman ku serkirdeyekî PDK-S û ENKS ye, yek ji beşdervanên mangirtina îro bû, û dibe ku ew bi tawana "rêveberina çalakiyeka neyasayî" hatibe girtin.  

(E.B)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin