Arya Cuma: Divê rola jinê di standina biryara siyasî de hebe

  Arya Cuma: Divê rola jinê di standina biryara siyasî de hebe

.

A+A-

Arya Cuma ragihand, Jina ku nedikarî di partiyên siyasî de bigihe cihê rêveberiyê, rola xwe wek rêveber di civaka sivîl de dît. 

Berpirsa Navenda Jin û Zarokan a ENKSê Arya Cuma ragihand, Jina ku nedikarî di partiyên siyasî de bigihe cihê rêveberiyê, rola xwe wek rêveber di civaka sivîl de dît.

Berpirsa Navenda Jin û Zarokan a ENKSê Arya Cuma di Roja Jinê ya Cîhanî de beşdarî bultena Kurdistan24ê bû û derbarê rewşa jinê û daxwazên wan li Rojavayê Kurdistanê de bersiva pirsên bêjer Cemal Batun dan.

Arya Cuma li ser rewşa jinê li Rojavayê Kurdistanê di warê civakî de got: “Bi gelemperî rewşa jinê li Rojavayê Kurdistanê baş e, lê nagihe wê asta ku jin wê dixwazin e, ji ber ku di bin yasayan, adatan û hizra nêritî de mafên jinê wek tê xwast pêk nayê û pêşketina jinê nikarin wek tê xwastin qebûl bikin. Ev rewş ne tenê li Rojavayê Kurdistanê, belkû li ser asta cîhanê jî wiha ye.”

Li ser rola jinê di standina biryarên siyasî de di nava ENKSê de, Arya Cuma diyar kir, heta niha yasayek ji bo parastina para jinê di cihê biryara siyasî de nehatiye danîn. Ligel wê jî, heta ku hejmara jinê di cihê biryarê de kêm be, divê wekhevî di nerîna jinê û mêran de hebe, ji ber ku jin di civakê de zêdetir rastî tundiyê tê.

Herwiha got: “Em ji hejmara jinan di cihê biryarê ya ENKSê de ne razî ne û em xebatê dikin, ji bo di kongreya bê ya ENKSê de yasayekê danin ji bo em vê pirsgirêkê çareser bikin.”

Derbarê rewşa jinê ya niha li beramberî rewşa wê ya berî sala 2011an de, Arya Cuma got: “Berî sala 2011an, çi jin û çi mêr, nedikarîn karê siyasî bikirina. Pêştir hejmara jinê di nava tevgera siyasî de gelekî kêm bû û karê wê gelekî sînordar bû. Lê piştî sala 2011an, derfet zêdetir vebû û li hemberê wê jî civaka sivîl çêbû. Jina ku nedikarî di partiyên siyasî de bigihe cihê rêveberiyê, rola xwe wek rêveber di civaka sivîl de dît.”

Derbarê rol û hejmara jinê di diyaloga di navbera ENKS û PYNKê de, Berpirsa Navenda Jin û Zaroka ya ENKSê got: “Jin nîvê civakê ye, divê nûnertiya jinê di diyalogê de hebe. Çawa dê welatekî ava bikin û jin bi nerîn û karê xwe tê de beşdar nebin. Em vê yekê bi ti awayî qebûl nakin. Divê rola jinê di avakirina welatê me de hebe.”

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin