Artêşa Tirkiyê top avête gundê Hirorê

Artêşa Tirkiyê top avête gundê Hirorê

.

A+A-

 Li gundê Hirorê yê girêdayî devera Berwariya Bala ya Herêma Kurdistanê topguleyek li mala welatiyekî ket û mixtarê gund diyar kir ku tenê ziyana madî çêbûye.

Şeva Duşemê 25ê Nîsana 2022an mixtarê gundê Hirorê Azad Edîb ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, "Artêşa Tirkiyê îşev di saet 20:30an de topek avête derdora gund û zerar dan mala welatiyekî."

Mixtarê gundê Hirorê Azad Edîb diyar kir ku di van pênc rojên borî de Tirkiyê ev topa 46an e diavêje gundê wan.

Xwediyê mala ku top lê ket Silêman Omer ji Rûdawê re got, "Baş e ku dema top li mala me ket kes lê nebû lê heger em li malê bûna dê ziyana canî jî wan çêbûya."

Mala ku top lê ketî, li derdora gundê Hirorê ye û vala ye, xwediyê malê tenê rojên Înê serdana wir dike, ji ber ku li bajarê Duhokê rûdine.

Artêşa Tirkiyê di 18ê Nîsana 2022an de li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê li dijî PKK dest bi operasyona `Pence-Kilîl` kir ku hîn jî berdewam e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin