Artêşa Tirkiyê li Bedlîsê dest bi operasyonê kir

Artêşa Tirkiyê li Bedlîsê dest bi operasyonê kir

.

A+A-

Artêşa Tirkiyê li çendîn gund û gundikên deverên Keşan û Reşadiye ên navçeya Tetwanê ya ser bi parêzgeha Bedlîsê ve dest bi operasyoneke nû kir.

Li gor zanyariyên ku di medyaya Tirkiyê de belav bûne Artêşa Tirkiyê li gundên Kancas, Cangîs, Siyamî, Alekan, Hûrûntûz û Sînban yên devera Keşanê û gundên Xîms, Şirînşaş, Kanîsor, Kîndîras, Engesor, Axusto, Geliyê Oranîs yên devera Reşadiyeyê, dest bi operasyoneke nû ya leşkerî kir.

Her li gor zanyariyan di çarçova wê operasyonê de beşeke zêde ya leşekeran bo binkeyên li wan gundan hatine veguhestin.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin, artêşa Tirkiyê muxtarên beşek ji wan gundan agahdar kirine ku dê bo dema 15 rojan li wan gundan qedexeya derketina derve bê ragihandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin