Artêşa Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê xaleke din a leşkerî danî

Artêşa Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê xaleke din a leşkerî danî

.

A+A-

Arteşa Tirkyê berdewam e li ser operasyona xwe ya di nav axa Başûrê Kurdistanê de û xaleke din a serbazî li sînorê gundê Hirûrê yê ser bi qeza Amêdiyê danî.

Welatiyekî gundê Hirûrê ji Rûdawê re got, “îro artêşa Tirkiyê ew xala nû ya serbazî li rojhilatê gundê Hirûrê yê ser bi nahiyeya Kanî Masê ve daniye” û diyar kir ku “ew du roj bûn artêşa Tirkiyê bi giranî ew cih bombebaran dikir.”

Wî welatiyê gundê Hirûrê dîmenên vîdyoyê yên wê xala serbazî jî ji Rûdawê re şandine û diyar kir, “ew xala leşkerî li cihê ku bi navê Kevota Kezî tê naskirin hatiye daniye û serbazên Tirkiyê bi çav tên dîtin.”

Rêveberê Nahiyeya Kanî Masê, Serbest Sebrî ji Rûdawê re got, “Em dizanin ku serbazên Tirkiyê li navçeyê hene, lê heta niha em ne piştrast in ku hêzên Tirkiyê dê li wir bimînin an jî dê biçin.”

Şeva Yekşemê jî li derdora gundê Hirûrê şerekî giran di navbera PKKê û artêşa Tirkiyê de derketibû û helîkopterên cengî yên Tirkiyê derdora gund bi dijwarî bombebaran kiribûn.

Artêşa Tirkiyê ji 23ê Nîsana îsal ve operasyonek asmanî û bejahî li ser navçeyên Avaşîn, Zap, Metîna û Heftanînê destpê kiriye ku heta niha jî ew operasyon berdewam e.

Li gor zanyariyan, artêşa Tirkiyê ji destpêka operasyona xwe ya nû de, heta niha 11 xalên serbazî di nav axa Başûrê Kurdistanê de danîne.

Tirkiye dibêje, operasyona wan li dijî PKKê ye, lê ji ber operasyonê welatiyên navçeyê yên çend gundan bi neçarî gundên xwe vala kirine.

Hikûmet, serokatî û parlamentoya Herêma Kurdistanê daxwaz ji Tirkiyê û PKKê kirine, ku dawî li şer û pevçûnên xwe yên di nav axa Başûrê Kurdistanê de bînin û şerê xwe bibin cihekî din.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin