Artêşa Tirkîyê di hefteyekê de 1200 barhilgir şandine Idlibê

Artêşa Tirkîyê di hefteyekê de 1200 barhilgir şandine Idlibê

Artêşa Tirkîyê bi şandina hêzên serbazî bo Idlibê berdewam e û di yek hefteyê de zêdetir ji 1200 barhilgir derbasî parêzgeha Idlibê kirîye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, artêşa Tirkîyê îro karwaneke serbazî ya mezin ku ji 125 barhilgiran pêk dihat di derîyê Kefir Losîn re derbasî Idlibê kir, barhilgiran jî, tank, zirîpoş û kelûpelên lojistî hilgirtibûn.

Dîyar kir jî, artêşa Tirkîyê karwaneke din ku ji 75 barhilgiran pêk tê, niha li derîyê Bab El Hewa kom kirîye û xwe amade dike, ji bo derbazî Idlibê bibe.

Da zanîn jî, di 24 demjimêrê bûrî de, artêşa Tirkîyê zêdetir ji 625 barhilgirên serbazî ku tank, zirîpoş û kelûpelên serbazî hilgirtibûn, derbasî xaka Sûrîyê kir.

Li gor zanyarîyên Rewangehê, artêşa Tirkîyê di dema dawî de hêzeke mezin şandîye Idlibê û tenê di hefteya bûrî de, 1200 barhilgirên serbazî derbazî wî parêzgehê kirine.

Ev şandina hêzê ji alîyê Tirkîyê ve bo Idlibê di demekê de ye, artêşa Sûrîyê di çend rojên bûrî de gelek pêşketin li Idlib kirîye û hejmareke mezin ji gundan ji çekdaran kontrol kirîye û hejmarek ji xalên çavdêrîyê yên Tirkîyê li Idlibê jî li navçeyên di destê artêşa Sûrîyê de ne mane.

 K24

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin