Artêşa Sûriyê derbasî nav hejmarek bajarên Rojavayê Kurdistanê bû

Artêşa Sûriyê derbasî nav hejmarek bajarên Rojavayê Kurdistanê bû

Di çarçoveya rêkeftina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Şamê de, hêzên Sûriyê li çend navçeyên Rojavayê Kurdistanê bicih dibin û derengiya şeva bihorî hêzên Sûriyê derbasî nav bajarên Minbic, Kobanî û Til Temirê bûn.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan- Li gorî zanyarîyan, li gorî rêkeftina di navbera Artêşa Sûrîyê û HSDê de, di saetên derengîya şeva bihorî ve yekîneyên Artêşa Sûrîyê, ber bi bajarên Reqa, Tebqa, Bendava Ferat, Minbic, Kobanî û Til Temirê ve birêketin û ew hêz derbasî hejmarek ji bajarên Rojavayê Kurdistanê bûne.

Fermandarîya Giştî ya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û Rêveberîya Xweser duh ragihandine, ku ew li gel hikûmeta Sûrîyê û Rûsyayê rêkeftine ku hêzên Artêşa Sûrîyê li ser sînorê navbera Sûrîyê û Tirkîyê bên bicihkirin.

Rêveberîya Xweser daxuyanîyek duh yekşemê belav kir û tê de ragihand:“Em li gel hikûmeta Sûrîyê gihiştin rêkeftinê ji bo ku Artêşa Sûrîyê bi dirêjahîya sînorê Sûrîyê û Tirkîyê bicih bibe. Ji bo ku hevkariya Hêzên Sûrîya Demokratîk bike bo rûbirûbûna li hember wê êrişê û ji bo rizgarkirina wan navçeyên ku artêşa Tirkîyê û kirêgirtîyan kontrol kirine.”

Li gor rêkeftina HSD û Artêşa Sûriyê;

-Artêşa Sûrîyê dê bi dirêjahiya sînorê Rojava û Sûrîyê belav bicih bibe

-Artêşa Sûrîyê dê bikeve navenda bajarên Minbic û Kobanîyê

-Artêşa Sûrîyê dê bikeve Tebqa, Benda Firatê li Reqqayê û Mensûreyê

-Rafînerîya petrolê ya li Dêrê Zorê dê radestî Artêşa Sûrîyê bê kirin

Herwiha hatîye gotin ku Artêşa Sûrîyê heta demjimêr 15.00an roja Duşemê, dem da ye ku Qamişlo radestî wan bê kirin

Şêwirmendê Erdogan: Eger artêşa Sûrîyê were ser sînor dê şer derkeve

Jı alîyê din Şêwirmendê Serokomarê Tirkîyê, Yasîn Aktay da xuyakirin, ew dê li ser êrîşên xwe berdewam bin û hatina artêşa Sûrîyê nikare rê li operasyona Tirkîyê bigre.

Yasîn Aktay dîyar kir ku Tirkîyê di nava rojekê de biryara operasyonê nedaye, lewma jî rêkeftina di navbera PYDê û hikûmeta Sûrîyê de, ti bandorekê li operasyonên wan nake û dê êrîşên wan her berdewam bin.

Aktay got jî, ev rêkeftina di navbera PYDê û Hikûmeta Sûrîyê de, nîşan dide ku Şam jî piştevanîya gefa li ser welatê wan dike û Tirkîye jî dê mafê xwe yê parastinê bi kar bîne.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin