Artêşa Pasdaran gef li Herêma Kurdistanê û partiyên Rojhilatî xwar

Artêşa Pasdaran gef li Herêma Kurdistanê û partiyên Rojhilatî xwar

" Eger kujerên wan biçin bin axê jî, Artêşa Pasdaran dê wan derxînin û tola xwe ji wan hilînin."

A+A-


Fermandeyê Biryargeha Hemza ya Artêşa Pasdaran a Îranê, gef li partiyên Komele û Demokrat ên Rojhilatê Kurdistanê xwar, ku Îran dê êrîşî wan bike û ew dê tola kuştiyên Artêşa  Pasdaran ên li Pîranşarê hilînin.
 
Di daxuyaniyekê de, wî fermandarê Artêşa  Pasdaran a Îranê got, li hmeber kuştina 3 endamên xwe li Pîranşarê, ew dê bi tundî tola xwe ji hêzên Kurdî yên dijberên Komara Îslamî ya Îranê hildin.
 
Mihemedteqî Osanlo dibêje, ku bila ji îro ve partiyên Demokrat û Komele li benda karvedanên Îranê bin.
 
Osanlo got, ku eger kujerên wan biçin bin axê jî, Artêşa Pasdaran dê wan derxînin û tola xwe ji wan hilînin.
 
Fermandarê Biryargeha Hemza ya Supaya Pasdaran di beşeke din a daxuyaniya xwe de rayedarên Herêma Kurdistanê weke berpiryarê encamdana êrîşên partiyên Kurdî yên Rojhilat bo ser Supaya Pasdaran bi nav kir û ragihand: “Berpirsên Herêma Kurdistanê berpiryar in û divê bersivê bidin. Pêştir di vî warî de û li hember rahênana hêzên wisa li 
herêmê, me haydarî dabû rayedarên wê herêmê.”
 
Mihemedteqî Osanlo tekez kir: “Ez hişyariyê didim ku em maf didin xwe, wan hêzên dijî şoreşê ku li her cihekê Herêmê (Herêma Kurdistanê) bin, ceza bikin.”
 
Roja Sêşemiya vê heftiyê li Pîranşar a ser bi parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ve, fermandarekî pilebilind ê Artêşa Pasdaran a Îranê tevî 2 efserên din hatibûn kuştin.
 
Ji duh Çarşemiyê ve jî topxaneya Îranê dest bi topbarankirina sînorê Rojhilatê Kurdistanê kiriye.
 
Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kiriye ku Herêma Kurdistanê îsbat kiriye, ku li herêmê faktora seqamgîriyê ye û rêz li hevsînorî û cirantiyê digre, “ti car rê nade û bi ti awayî qebûl nake sînorên wê ji bo êriş û têkbirina asayişa welatên cîran û karên neberpirsane werin bikaranîn.”
 
Herwiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji Komara Îslamî ya Îranê kir ku bombebarankirina herêmê bide rawestandin û nebe sedema tirs û derbederiya niştecihên deverê.
 
Duh Îranê 8 gundên sînorê nahiyeya Sîdekanê dabû ber topan û li gundê Dêrê di encama topbaranê de keçeke 18 salî ya bi navê Zeytûn Qadir canê xwe ji dest dabû û du birayên wê yên bi navê Sîrwan 22 salî û Îsmaîl 14 salî bi giranî birîndar bûbûn.
 
Îro jî topxaneya Îranê çend gundên sînorê nahiyeya Hacî Omeranê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve topbaran kir.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin